Nuçe

WÊNE – Xizmên enfalkiriyan li Nugreselmanê ne

Piştî biryara bidarvekirina Ecac xizmên enfalkiriyan çûn Nugreselmanê.

Xizmên enfalkiriyan bi kom çûne Nugreselmanê û li wir nimêja spasiyê ya înê dikin.

Zêdetirî 150 xizmên enfalkiriyan çûne Semawayê.

Hinek ji wan li ber gorên ezîzên xwe digirîn lê dema biryara dadgehê ya ji bo darvekirina Ecac tê bîra wan, bîskekê dilxweş dibin.

Wêneyên wan kesên ku bi destê Ecac şkence li wan hatiye kirin û hatine şehîdkirin di destên wan de ne.

Di wêneyekî de xuya dibe ku jinekê wêneyê xizmê xwe yê şehîd girtiye û çûye nav gorekê.

WÊNE / Bilind Tahir-Rûdaw



Source link