Nexweşiyên derûnî ji sedî 95 zêde bûne: 1,2…
Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî lêkolîneke nû ya berfireh ku ji aliyê Peymangeha Pîvandin û Nirxandina Tenduristiyê (IHME) ya Zanîngeha Washingtonê ya Amerîkayê hatiye kirin hejmara kesên ku li cîhanê ji ber nexweşiyên derûnî dinalin gihîştiye nêzîkî 1,2 milyar kesî.
Lêkolîn di kovara zanistê ya The Lancetê de hat weşandin.
Ev amar nîşan dide ku ji sala 1990î û vir ve ji sedî 95,5 zêdebûneke berbiçav çêbûye.
Xemokî û dilgiranî herî zêde ne
Damian Santomauroyê ku li Zanîngeha Queenslandê ya Awistralyayê profesor e û serperiştê sereke yê lêkolînê ye, destnîşan kir ku dilgiranî û xemokî cureyên herî berbelav ên nexweşiyê ne.
Li gorî lêkolînê, rêjeya bi dilgiraniyê ketinê ji sedî 158 û ya xemokiyê jî ji sedî 131 zêde bûye.
Lêkolînê eşkere kir ku pandemiya Koronayê bandoreke kûr kiriye.
Rêjeya xemokî û dilgiraniyê piştî bidawîbûna pandemiyê jî hîn wekî xwe bilind mane û venegeriyane asta beriya sala 2020an.
Metirsî li ser ciwanan e
Yek ji encamên herî metirsîdar ew e ku lûtkeya pêketinê cara yekem di dîrokê de ji bo ciwanên temenê wan di navbera 15-19 saliyê de guheriye.
Beriya niha ev lûtke her tim di temenê navîn de dihat dîtin.
Dr. Robert Trestmanê ku Serokê Encumena Pergalên Tenduristiyê ya Amerîkayê ye diyar kir ku ev qonaxa temenê ji bo geşeya mêjî û fêrbûna şiyanên civakî gelekî hestyar e.
Robert Trestman anî ziman ku her têkçûneke di vê qonaxê de dê bandoreke demdirêj bike.
Wî her wiha destnîşan kir ku her çend krîz zêde bûne jî, kêmkirina şerma li ser eşkerekirina nexweşiyên derûnî wiha kiriye ku xelk zêdetir serî li bijîşkan bidin û alîkariyê bixwazin.
