Bijartina EdîtorêÇand û Huner

28 sal di ser koça dawî ya Eyşe Şanê re derbas bûn

Hewlêr (Rûdaw) – Îro 28 sal di ser koça dawî ya hunermenda Kurd a navdar şahbanûya bêtaç Eyşe Şan re derbas bûn.

Eyşe Şan an jî bi navên xwe yên din Eyşana Kurd, Eyşe Xan, Eyşana Elî sala 1938an li Ameda Bakurê Kurdistanê ji dayik bû.

Eyşe Şan ji ber ku bavê wê dengbêj bû, di temenê xwe yê biçûk de bi saz û muzîkê re bû heval.

Eyşe Şan dema di 9 saliya xwe de bû bavê wê koça dawî kir û piştî wefata bavê xwe, ji ber ku malbat û kesûkarên wê bi tundî li dijî wê yekê bûn Eyşe Şan stranan bêje, neçar ma ji Amedê koçî Dîlokê bike.

Li bajarê Dîlokê, ji ber ku Kurdî qedexe bû di radyoyekê de 2 salan bi Tirkî stran gotin û sala 1963yan ji wir çû Stenbolê.

Li Stenbolê bi strana xwe ya “Ez Xezal im” navê wê belav bû. Lê navdariya wê serê wê xist tengasiyê û neçar ma vê carê jî berê xwe bide Almanyayê.

Lê belê ew hunermenda Kurd piştî demekê dîsa vegeriya Stenbolê.

Li Stenbolê sê zarokên Eyşe Şan çê dibin, lê ji ber ku bi Kurdî stran digotin rastî zilma dewletê hat, lewma neçar ma sala 1979an berê xwe bide Bexdayê.

Eyşe Şan di radyoya Dengê Bexdayê de dest bi kar kir û jibilî Bexdayê, li Mûsil, Hewlêr û Dihokê jî konsert saz kirin.

Ew hunermenda Kurd piştî demeke dirêj dîsa vegeriya Tirkiyê û roja 18ê Kanûna Pêşîn a 1996an li bajarê Îzmîrê ji ber nexweşiya pençeşêrê koça dawî kir.

Eyşe Şan her çiqas wesiyet kiribû ku termê wê li Amedê bi xakê bê spartin, lê belê ev wesiyeta wê heta niha jî bicih nebûye.

Albûmên Eyşe Şan: Stranên Bijartî, Tomarên Konseran 1979, Memê Alan.

Beşek ji stranên Eyşa Şan: Ez Xezal im, Qederê, Dayikê, Lê lê bêmal, Lorkê lorkê, Dayîkê Qurban, Qederê Yar, Cemîle Here Were, Xezal, Lê lê Dînê, Xivşê, Kirasê Te Meles e, Yar Meyro, Derdê Hewiyê, Hepsiyo, Min Tu Dîbu, Memê Alan, Nazliyê, Wey Saliho Kurmam.



Source link