Çand û Huner

Derhênerê Kurd Keremo hat berdan

Hewlêr (Rûdaw) – Derhênerê Kurd Kerem Tekoglu (Keremo) ku di çarçoveya lêpirsîna “Ahmet Ozer” de hatibû girtin, piştî 5 mehan doh ji Girtîgeha Sîlîvriyê hat berdan.

Keremoyê ku di çarçoveya lêpirsîna li Serokê Şaredariya Esenyurtê Ahmet Ozer de 17ê Kanûna Pêşîn a 2024an de hatibû girtin rûniştina yekem a doza wî li Dadgeha Cezayê Giran a 14an a Stenbolê hat dîtin.

Heyeta dadgehê biryara berdana Keremo da û rûniştin ji bo 16ê Îlonê hat bipaşxistin.

Keremo li ber deriyê girtîgehê ji aliyê parêzerê xwe Suphî Ozgen, malbata xwe û dostên xwe ve hat pêşwazîkirin.

Keremo di daxuyaniya xwe ya yekem a ji bo Nûçegihanê Rûdawê Omer Sonmez de da zanîn ku rewşa tenduristiya wî û moralê wî baş e û ew dê karên xwe bidomîne.



Source link