Dêrsim – Çiyager bi kelecan hildikişin çiyayên bi…
Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê çiyager bi kelecan hildikişin çiyayên ku bi berfê hatine pêçandin.
Li parêzgeha Dêrsimê geşta çiyageran di demsala zivistanê de berdewam dike û wan vê carê Çiyayê Sulbusê da ber xwe.
Çiyayê Sulbusê di navbera navçeya Qisleya Dêrsimê û parêzgeha Çewlîgê de ye.
Çiyagerên ku di bin sîwana klubên werzîşên xwezayê de gihiştin hev, ji bo derketina lûtkeyê rêwitiyeke dûr û dirêj dikin.
Çiyager Mahmut Duymaz got, “Em heta cihekî bi otomobîlê tên û piştre dest bi meşa xwe dikin.
Berf zêde ye lê ji bo xwesteka me ya derketina lûtkeyê nabe asteng.
Ligel ku bi metreyan berf heye em derdikevin lûtkeyê û dadikevin. Em li benda jîngehhezan e ku bên vê derê bibînin lê bêyî ku jîngehê qirêj bikin vegerin.”
Bilindahiya Çiyayê Sulbusê ji asta deryayê nêzîkî 3 hezar metreyî bikind e.
Koma ku ji 12 çiyageran pêk dihat piştî nêzîkî 8 demjimêran karîn derkevin lûtkeyê.
Çiyager Iskender Dogan wiha anî ziman, “Li hinek cihan 2 heta 2 metre û nîv berf heye.
Li hinek cihan jî berfa hişk heye. Em gelek caran ketin û her rabûn, heta ku em bi hevalên xwe re gehiştin lûtkeyê.”
Parêzgeha Dêrsimê yek ji wan parêzgehan e ku zivistana wê dirêj e û ji ber vê yekê klubên werzîşê di vê demsalê de çalakiyên çiyageriyê saz dikin.
Bi taybetî navçeyên Pulur, Pilemûriye, Qisle û Çemişgezekê dibin navenda van çalakiyan.