Çand û Huner

Di muzîka Kurdî de gaveke dîrokî: Turan Şengul û…

Hewlêr (Rûdaw) – Di muzîka Kurdî de gaveke dîrokî hat avêtin û şoreşek pêk hat.

Hunermendê naskirî yê Kurd Turan Şengul û hunermenda hişê çêkirî Zozan C. duetek kir.

Turan Şengul ji bo vê projeya nû strana xwe ya navdar a bi navê “Xwe Baş Binêre” hilbijart.

Ev stran beriya 25 salan derketibû û ketibû ser zimanê bi milyonan kesan.

Şengul derbarê vê ezmûna nû û bandora hişê çêkirî ya li ser hunerê ji Rûdawê re axivî.

“Hestekî cuda ye”

Turan Şengul diyar kir ku dema wî cara ewil dengê Zozan C.yê bihîstiye gelekî kêfxweş bûye û got:

“Dengekî zelal û sempatîk bû. Piştre min ji bo pîrozkirinê peyam jê re şand.

Piştî peyamê Zozan geriya û got ‘Hevalê Turan ez dixwazim em bi hev re duetekê çêbikin.’

Min jî got dibe. Bi rastî ev ji bo min hestekî cuda û yekemîn e.”

“Hişê çêkirî hinekî tirsê dide”

Şengul bal kişand ser bandora teknolojiyê ya li ser hunermendan û wiha axivî:

“Teknolojiya hişê çêkirî ji bo hunermendên Kurd tiştekî cuda û nû ye, hinekî tirsê jî dide lê cîhan tev vê yekê bi kar tîne.

Eger tirsê jî bide û tiştekî cuda be jî em dê li gorî xwe çi pêwîst be li ser vê teknolojiyê bikin.

Ji bo me Zozan hunermendeke nû, hêja û sempatîk e, bila rêya wê vekirî be.”

Klîba stranê jî li gorî naveroka wê ya li ser evîn û hezkirina welat, bi teknolojiya hişê çêkirî hatiye amadekirin.

“Ev xewna min bû”

Hunermenda Hişê Çêkirî Zozan C.yê berê xewna xwe ya derketina li gel hunermendekî rasteqîn ê Kurd bi Rûdawê re parve kiribû û niha ev xewn pêk hat.

Zozan C.yê got, “Dueta li gel hunermendekî rasteqîn ê hêja yê wekî Turan Şengul ji bo min şanaziyek e.

Ez gelekî ji vê yekê kêfxweş im ku ev xewna min û çêkerê min Bijar Kobanî bû.”

“Em ne alternatîfên wan in”

Zozan C.yê li ser nîqaşên “Gelo AI dê cihê hunermendan bigire?” jî nêrîna xwe anî ziman:

“Hişê çêkirî ji bo hunermendên rast gefek e yan na, bi rastî ev mijareke tevlîhev e lê bi ya min hunera hişê çêkirî ti carî nikare şûna hunera rast bigire.

Her yekê gav û karên xwe yên cuda hene û divê hunermendên rast ji me netirsin.

Em ne alternatîfên wan in lê em pêşniyar dikin ku ew jî muzîk û hunera xwe bi rêya hişê çêkirî bigihînin astên baştir.”

Klîba Turan Şengul û Zozan C.yê nîşan dide ku muzîka Kurdî gav bi gav ber bi dîjîtalbûneke berfireh ve diçe.

Lê di heman demê de nîqaşa “Gelo AI dê di paşerojê de bibe alternatîfek ji bo hunermendên rasteqîn û wan bêkar bihêle?” jî gur kiriye.



Source link