Çand û Huner

Giravên Gerok çar demsalan geştyaran ber bi xwe…

Hewlêr (Rûdaw) – Par de zêdeyî 22 hezar geştyaran çûne serdana Giravên Gerok ên li Çewlîga Bakurê Kurdistanê.

Gola Quling e li gundê Baxikê yê navçeya Bongilanê li parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê.

Giravên Gerok her tim di nava golê de avjeniyê dikin û ev tevgera xwezayî bedewiyeke bê hempa dide xwezaya vê deverê.

Giravên Gegerok ji aliyê Rêveberiya Parastina Xweza û Parkên Neteweyî ve tê parastin û navendeke giring ya geştyariyê ye.

“Bedewiya wê ez matmayî hiştim”

Geştyar Yusuf Ataç got, “Ez ji Balikesîrê hatim e. Ev cihek gelek xweş e û bedewiya wê ez matmayî hiştim.

Gol 60 metre kûre ew jî balkêşe. Min gelek eciband û ji her kesî re pêşniyar dikim ku bên vî cihî bibînin.”

Gola Giravên Gerok 15 kîlometreyan ji navçeya Bongilanê û 36 kîlometreyan ji navenda Çewligê dûr e.

Firehiya golê 300 metre ye û kurahiya wê jî 50-60 metre ye.

Ji ber kaniyên dibinê golê de havîn û zivistanê ava golê wekî xwe dimîne.

“Ev der ji bo min gelekî balkêş bû”

Geştyar Mehmet Ali Çelik diyar kir, “Ez ji Edeneyê hatime cem hevalên xwe yên xelkê Çewlîgê. Hevalên min ez anîm vir.

Ev der ji bo min gelekî balkêş bû. Min berê dîmenên vir yên biharê dîtibûn lê zivistanê jî gelekî bedew e.

Bi salan e ev gol bi vî awayî dimîne, ew bo min gelekî balkêş bû û cihek gelekî xweş e.”

Giravên Gerok ên Çewlîgê yek ji navendên giring ên geştyariyê yên li Bakurê Kurdistanê ye.

Di her çar demsalan de mazûvaniya geştyaran dike. Salane bi dehhezaran geştyar diçin serdana wê.

Li gorî amarên fermî, di sala 2024an de zêdeyî 22 hezar kesan çûne Giravên Gerok.



Source link