Çand û Huner

Hejmara nû ya LEWergerê bi temaya dayîkê derket

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê, hejmara 11an a kovara taybet bi wergera helbestan “LEWerger”ê derket pêşberî xwîneran.

Kovara LEWergerê ev hejmara xwe ya dawî bi taybetî ji temaya Dê yan Dayikê re veqetandiye.

LEWerger kovareke taybet e û barê wergerandina helbestên ji zimanên cuda yên cîhanê ji bo zimanê Kurdî girtiye ser milê xwe.

LEWerger her çar mehan carekê derdikeve.

Hejmara 11an a mehên Kanûna Paşîn – Sibat – Adar û Nîsana sala 2026an e. Bi vê yekê jî kovar derbasî sala xwe ya pêncemîn dibe.

Hejmara 11an a kovara LEWergerê ji 64 rûpelan pêk tê û wergerên ji gelek zimanên cîhanê li xwe digire.

Di nav zimanên ku werger ji wan hatine kirin de Îspanyolî, Portekîzî, Îngilîzî, Ermenî, Swêdî, Fransî, Erebî, Bûlgarî, Rûsî, Farisî, Almanî û hin zimanên din hene.

Kovar bi Kurmanciya jor û jêr û Kirmanckî (Zazakî) wergeran diweşîne.

Di vê hejmarê de, helbestên gelek helbestkarên naskirî yên cîhanê hatine wergerandin û di kovarê de cih girtine.

Her wiha Bawar Maroofi hevpeyvînek bi helbestvanê ciwan Haytham Trueheart re amade kiriye û du helbestên wî jî ji zimanê Îngilîzî wergerandine.

Helbest ji aliyê wergêrên Kurd ên wekî Dîlan Şewqî, Alan Hemo, Yeqîn h., Azad Rêbiwar, Salih Bozan, Nûwar, Sînan Gavdûr, Mizgîn Savci, Besam Mistefa, Şivîn Hecî, Nûwar, Serkan Birûsk, Yasemîn Acer û hin wergêrên din ve li zimanê Kurdî hatine wergerandin.

Mijara hejmara 11an “Dê” ye

Komîteya weşana kovarê, di pêşgotina xwe ya hejmara 11an de derketina kovarê li hemû hezkerên peyva Kurdî pîroz kir û da zanîn ku mijara dê yan dayikê cihê navendî di vê hejmarê de digire.

Kovar di pêşgotina xwe de dibêje “Pêşiyan gotine: Bav pir tişt e lê dê her tişt e.

Li welatên wekî welatê me ku şer, kuştin, qeyran, bobelat û nexasim zexta li ser jinê jê kêm nabe, mijara dê mijareke esas, hesas û bi êş e jî.

Vêca ew “dê”ya ku hebûna wê nebîna xweş û nebûna wê jî ew çend daxbar, bi sedê salan e bûye temaya bi sedan û hezaran tekstan, helbestan.

Li dinyayê, di wêjeya civak û civatan de, nexasim jî di helbesta welatan de dê yek ji temayên herî sermed, şên û şênber bûye her.

Loma jî nedibû me temayeke wiha bi kok asas tevneda û hejmareke mişt bi helbestên li ser dê jê amade nekira û pêşkêşî hişê kurdî nekira.

Lew jî di vê hejmara LEWergerê da, em ê bibînin bê dê û hezkirina dê û carinan jî zarok û hezkirina zarok a ji bo dê çawa bûye bangek û rengê xwe vedaye helbestê.

LEWerger bi wergera van helbestên li ser DÊ, hemû xwîner û dilsozên helbestê bi germahiya dayikekê hembêz dike.”

Komîteya weşanê di dawiya pêşgotina xwe de spasiya sponsorên vê hejmarê jî dike û wiha dibêje:

“Û gotina dawîn: Spasiyeke ji dil ji bo sponsorên me yên vê hejmarê; xemxurê hêja Faruk Muhsinoglu, kekê hêja Heqî YILDIRIM û hevsera wî Siltan YILDIRIMê ku bûn stûna vê hejmarê. Mala wan her ava ku her bi me ra ne.”

Komîteya weşana kovarê ji van kesan pêk tê: Miradê Miradan, Berfîn Huseynî û Yeqîn H.

Edîtorên hejmara 11an jî ev in: Yeqîn h., Samî Hêzil, Alan Hemo, Aydin Ekîn, Seyîdxan Kurij û Ciwan Qado ne.

Redaksiyona vê hejmarê jî bi vî rengî bû: Kurmancî: Miradê Miradan, Berfîn Huseynî, Yeqîn h. Xwendina dawîn: Osman Bozkurt. Kirmanckî: Seyîdxan Kurij. Soranî: Besam Mistefa.

Helbestek ji kovarê

Yasemîn Acer helbesta “Dayika wêrek û zarokên wê” ya şanonivîs û helbestkarê navdar Berthold Brecht (1898-1956) ji zimanê Almanî wergerandiye, teksta wê ev e:

Carekê ji caran dayikek hebû

Navê vê dayikê danîbûn Wêrek

Zeman zemanê Şerê Sî Salan bû

li welêt geriya wekî bazirganek

Ew neditirsiya ji şer

Dixwest qezenc bike perê xwe

û ji bo ew jî bigihên risqê xwe

her sê zarokên xwe jî bir bi xwe’r.

Nûxuriyê wê, ji ber lehengiya xwe şehîd ket

Yê li piştê, ji ber qencê xwedê bû şehîd ket

Keça wê jî zêde dilpak bû

Wexta ku gulle lê ket

Xwîner dikarin bi rêya Pirtûka Kurdî kovara helbestan a LEWergerê bidest bixin.



Source link