Çand û Huner

Jan Dost li pêşangeha Hewlêrê pirtûkên xwe îmze…

Hewlêr (Rûdaw) – Nivîskar Jan Dost li Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Hewlêrê pirtûkên xwe îmze kirin.

Pêşangeha 17emîn a Navneteweyî ya Pirtûkan a Hewlêrê bi dirûşma “Cîhan bi Kurdî diaxive” 9ê Nîsana 2025an dest pê kir.

Li pêşangehê çalakiyên curbicur ên çandî, xwendina helbestan, îmzekirina pirtûkên nû, çendîn çalakiyên hunerî û panelên curbicur tên lidarxistin.

Nivîskarê Kurd ê ji Kobaniya Rojavayê Kurdistanê Jan Dost îro li pêşangehê ket nava xwendevanên xwe û romanên xwe îmze kirin.

Nûçegihanê Rûdawê Horvan Rifet, çû standa Weşanên Mem û Zîn ku li wê derê Jan Dost merasîma îmzekirinê amade kiribû.

Ji Bakurê Kurdistanê, Rojhilat, Başûr û Rojvayê Kurdistanê keç û kurên Kurd li dora Jan Dost kom bûn, ji bo ku pirtûkan îmze bike.

Jan Dost heta niha 17 roman nivîsandine, berî çend rojan nivîsandina romana Barzaniyê Nemir bi dawî kir.



Source link