Çand û Huner

Ji Îmad Bernas kitêbeke çîrokan: Geryanên…

Hewlêr (Rûdaw) – Kitêba ewil a Îmad Bernas “Geryanên Berêvarkî li Kolanên Amedê” ji Pall Weşanê derçû.

Kitêb ji neh çîrokan pêk tê û di 12 salan de hatiye nivîsîn.

Amed di van çîrokan de bi vegotineke têra xwe şexsî, guherîna hafizeyeke mekanî, kulturî, civakî û polîtîk tê dîtin.

Danasîna kitêbê wiha hatiye kirin:

“Ji Yuksek Kahveya ku her tim tije ye û çi biçûk çi mezin di her temenî de mişteriyên wê hene, derbasî ser Cadeya Gewranê bûm û piştî geryaneke bêarmanc ji cadeyê qulibîm kolana Buket Lahmacun tê de û ji ber Mona Cafeyê dageriyam ba Karga Cafeyê û gihîştim hember Janya Cafe Donerê.

Gelo Rênas Jiyan qe tê vê cafeyê yan jî kesên tên vê cafeyê haya wan ji wê helbesta wî ya bi heman navî heye?! Belkî Janya bi xwe tê vir carna. Fermo, em bi hev re donerekê nexwin li vir Janya?”

Îmad Bernas bi vê kitêba xwe ya ewil a çîrokan wekî flanorekî me li kuçe û kolanên Amedê digerîne, pala me dide bedenên wê yên qayîm û di nav mekanên wê de piyase dike.

Geryanên Berêvarkî li Kolanên Amedê ya ku di navbera salên 2012 û 2024an de hatiye nivîsîn, bi vegotineke têra xwe şexsî dide pey şopa guherîn û hafizeya bajarekî ya van salên dawî.

Îmad Bernas kî ye

Sala 1988an li navçeya Geverê ya Colemêrgê hatiye dinyayê.

Dibistana seretayî li Geverê, lîse li Enqereyê xwendiye.

Ji beşa Fîzyoterapî û Rehabîlîtasyonê ya Zanîngeha Marmarayê ya li Stenbolê derçûye.

Di destpêka salên 2010an de bi kovara Pêngavê dest bi nivîsina Kurdî kir û her wiha li gel kovara Pêngavê nivîsên wî di kovarên wekî Çirûsk, W, Asîva, Wenda, Nûbihar û Jehr de jî weşiyan.

Ji 2012an vir ve li Amedê dijî. 

Geryanên Berêvarkî li Kolanên Amedê, pirtûka wî ya yekem e.

Xwendevan dikarin vê kitêbê ji bi rêya online bikirin û ji pirtûkfiroşan bixwazin.



Source link