Çand û Huner

KOLN – Hunermenda Kurd akademiya muzîkê ya Kurdî…

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermenda Kurd Şeyda Qewamiyê li bajarê Kolnê yê Almanyayê akademiyeke taybet a muzîka rojhilatî vekir.

Ji bilî Şeyda Qewamiyê, hunermendên din ên Kurd, Fars, Tirk, Almanî û Îtalî jî tê de kar dikin.

Şeyda Qewamiyê ji Rûdawê re ragihand ku piştî salek kar û hewldan, dawiya hefteya borî karî akademiyeke taybet a muzîka Kurdî û Rojhilatî veke.

Hunermenda Kurd Qewaiyê her wiha got, navê akademiyê “Înana Muzîk” e û balê zêdetir dikişîne ser muzîk û stranên Kurdî û muzîka Rojhilatî bi giştî.

Wê amaje pê kir ku li gel hunermendên Kurd, Tirk û Fars, hunermendên Almanî û Îtalî jî tê de beşdar in û muzîka Rojhilat û Rojava tevlihev dikin û di pêşerojê de hunermendên Ereb jî wekî wanebêj dê tê de kar bikin.

Hunermenda Kurd da zanîn ku fêrxwaz dê dersên şeş mehî û salek muzîk û deng ji aliyê hunermendên curbicur ve wergirin.

Her di merasîma vekirina akademiyê de, lêkolîneke Şeyda Qewamiyê hat nasandin ku bi awayê pirtûkekê bi zimanên Almanî û Îngilîzî hatiye çapkirin û naveroka wê derbarê muzîk û stranên Kurdî de ye.

Şeyda Qewamî ji Rojhilatê Kurdistanê ye û li bajarê Kolnê yê Almanyayê dijî.

Newroza 2023yan berhemekê bi navê “Newroz” ji awaza xwe û têksta Ehmed Mihemed belav kir.

Qewamî sala 2022yan berhemekê bi navê “Pirça Serbestî” derbarê dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” belav kir ku ji awaza hunermend Sefqan Orkêş e.



Source link