Koma Amed ji bo Şingalê derdikeve ser dikê
Stuttgart (Rûdaw) – Li bajarê Stuttgartê yê Eyaleta Baden-Wurttembergê ya Almanyayê, kampanyayeke alîkariyê ya ji bo nexweşxaneya Sinûnê ya Şingalê tê lidarxistin.
Koma Amedê di çarçoveya kampanyayê de îro konserekê dide.
Konser bi piştevaniya hikûmeta eyaletê û di nava qesra hikûmetê de tê lidarxistin.
“Ji bo nexweşên derûnî”
Dahata konserê ji bo piştevaniya Nexweşxaneya Sinûnê ya li nêzîkî Şingalê ye.
Bi pereyê ku tê komkirin, dê mesrefa çûn û hatina nexweşên ku çareseriya derûnî werdigirin bê dabînkirin.
Damezirênerê nexweşxaneyê û organîzatorê çalakiyê Prof. Dr. Îlhan Kizilhan di bernameya “Diyaspora”yê ya Rûdawê de axivî.
“Xelk di rewşeke dijwar de ye”
Kizilhan diyar kir ku nexweşxane sala 2021ê bi alîkariya hikûmeta Baden-Wurttembergê hatiye vekirin û pisporên Zanîngeha Dihokê lê dixebitin lê xelk rûbirûyî pirsgirêkên darayî bûye.
Profesor Kizilhan got, “Xelk di rewşeke dijwar de ye, piraniya wan li kamp û cihên dûr dijîn.”
Kizilhan anî zimên ku ji ber xirabiya rêyan û nebûna pereyan nexweş nikarin biçin nexweşxaneyê û wiha pê de çû:
“Dahata vê konserê tenê ji bo dabînkirina otobus û otomobîlan e da ku wan nexweşan veguhêzin.”
Peyama dostaniyê
Kizilhan eşkere kir ku lidarxistina konserê ya li qesra hikûmetê peyameke bihêz a dostaniyê ye di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û herêma Baden-Wurttembergê de.
Wî tekez kir ku ew dixwazin careke din bala cîhanê bikişînin ser rewşa Êzidiyan û penaberan.
Bilêt xelas bûn
Li gorî zanyariyan, hemû bilêtên konsera Koma Amedê hatine firotin.
Tê çaverêkirin ku Seroka Parlamentoya Herêma Baden-Wurttembergê Muhterem Aras û gelek kesayetên payebilind beşdarî konserê bibin.
