Çand û Huner

Li Bakurê Kurdistanê geştyariya guldexwînan geş…

Hewlêr (Rûdaw) – Zozanê Bacavanê yê navçeya Xizxêrê ya parêzgeha Sêrtê ya Kurdistanê van rojan mazûvaniya hezkiriyên guldexwînan dike.

Bi hatina biharê re welatî, geştyar û wênegir ji bo dîtin û tomarkirina dîmenên guldexwînan berê xwe didin vî zozanê li çiyayên asê.

Welatî di encama rêwîtiyeke zehmet a 3-4 demjimêran digihêjin Zozanê Bacavanê ku hezar û 800 metreyî bilind e.

“Bi rastî Sêrt hêjayî dîtinê ye”

Çiyager Hasan Imrak ji bo dîtina guldexwînan wiha bangî çiyageran kir:

“Em ji bo dîtina guldexwînan hatin. Guldexwîn cihên herî xweş ên herêma me ne.

Li Sêrtê û bajarên derdorê jî em bangî hemû çiyager û komele û kulubên werzîşê dikin ku werin vê derê.

Bi rastî Sêrt hêjayî dîtinê ye û divê bibînin. Em îro 50 kes beşdar bûn û çalakiyeke xweş bû.”

Bi heman awayî parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê jî mazûvaniya bi hezaran geştyarên guldexwînan ên ji bajarên din dike.

Serokê Koma Wênegir û Çiyageran a Trabzonê Abdullah Tosun,

“Me komeke dildarên wênegiriyê ava kir. Em di nav komê de 400 kes in û îro jî em 94 kes hatin vê derê.

Em berî 2 salan jî 44 kes hatibûn Mûşê lê piştî parvekirinên me yên li ser medyayê vê carê gelek kesan xwest ku werin.”

Cezayê qutkirina guldexwînekê 6 hezar û 500 dolar e

Guldexwîn li bajarên Colemêrg, Şirnex, Wan, Bedlîs, Semsûr, Dêrsim, Mûş, Erzirom û Sêrtê yên Bakurê Kurdistanê şîn dibin û temenê wan di bin mehekê de ye.

Ji ber ku di bin metirsiya nemanê de ne û gelekî kêm peyda dibin, qutkirina guldexwînan qedexe ye.

Her kesê ku guldexwînekê qut bike bi kêmanî 244 hezar lîre ceza lê tê birîn ku dike nêzîkî 6 hezar û 500 dolarî.



Source link