Li ser Serhildana Agiriyê pirtûkeke nû derket
Hewlêr (Rûdaw) – Pirtûka bi navê “Di çapemeniya Tirkan de Serhildana Agiriyê” ya ku ji 2 bergan pêk tê derket.
Pirtûka “Di çapemeniya Tirkan de Serhildana Agiriyê” ji aliyê Lêkoler-Nivîskar Nîhat Oner ve hatiye amadekirin.
Her wiha pirtûk ji aliyê Weşanxaneya Zîlan Akademiyê ve hatiye çapkirin.
Weşanxaneya Zîlan Akademiyê pirtûkeke du cildî ya bi navê “Serhildana Kurd a Agiriyê di Çapemeniya Tirkiyeyê de” weşand ku ji aliyê lêkoler-nivîskar Nîhat Oner ve hatiye amadekirin.
Pirtûk ji ber lêkolînên li hemû hejmarên 22 rojname û kovarên Tirkiyeyê yên li ser Serhildana Agiriyê yên di navbera salên 1927-1953yan de hatiye amadekirin.
Nivîskar Rohat Alakom jî ji bo pirtûkê pêşgotinek nivîsandiye.