Çand û Huner

Mezlûm Ebdî, Şervan Kobanî, Zara Mihemedî û…

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî, Amedspor, Zara Mihemedî û Şervan Kobanî îsal Xelata Îbrahîm Ehmed stand.

Xelatên Zêrîn ên Bile (Îbrahîm Ehmed) ku her sal ji aliyê Weqfa Îbrahîm Ehmed ve tên organîzekirin, li hola Telara Hunerê ya li bajarê Silêmaniyê di merasîmekê de hatin dayîn.

Ji Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê û gelek kes beşdarî festîvalê bûn.

Di rêûresmê de Weqfa Îbrahîm Ehmed xelat dan Şervan Kobaniyê ku di qezaya helîkopterê de canê xwe ji dest dabû.

Amedspor û mamosteya Kurdî ya ji Rojhilatê Kurdistanê Zara Mihemedî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî jî hêjayî xelatê hatin dîtin.

Peyama Mezlûm Ebdî

Mezlûm Ebdî bi rêya vîdeoyê beşdarî merasîma xelatdayînê bû û got:

“Ez ji ber ku nikarim îro li vir amade bibim lêborînê dixwazim. Ez spasiya wan kesan dikim ku ez û Şehîd Şervan Kobanî hêjayî vê xelatê dîtine.

Şervan Kobanî jî wekî Îbrahîm Ehmed ji bo azadiya her çar parçeyên Kurdistanê têkoşiya û şehîd ket.

Min di temenekî gelekî biçûk de şansê naskirina Îbrahîm Ehmed dît û ez ji wî ferî gelek tiştan bûn.

Di dawiya salên 90î de em ji wî hînî gelek tiştan bûn û em ji bo yekîtiya Kurdan xebitîn.

Îro em her wiha li Rojavayê Kurdistanê konferansa xwe li dar dixin. Ez bawer im ev konferans dê bibe sedema kongreya neteweyî ya Kurd.”

Xelat, li şûna Mezlûm Ebdî ji aliyê Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî ve hat wergirtin.

Bafil Talebanî xelat ji destê Endamê Dîwana Serokatiyê ya YNKyê Şanaz Îbrahîm Ehmedê wergirt.

Talebanî di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê Facebookê de derbarê xelatan de got, “Min îsal xelat li şûna birayê xwe yê ezîz û şoreşger Mezlûm Ebdî wergirt.”

Şervan Kobanî

Evdo Ehmed Ebdiyê ku bi nasnavê “Şervan Kobanî” dihat naskirin, yek ji wan 9 kesan bû ku di qezaya helîkopterê ya 15ê Adara 2023yan a li Dihokê de canê xwe ji dest dabû.

Şervan yek ji fermandarên Yekîneyên Antî-Terorê (YAT) yên Rojavayê Kurdistanê bû.

Zara Mihemedî

Zara Mihemediya ku hêjayî xelatê hat dîtin, çalakvaneke jin e ku demeke dirêj e ji ber pîşeya xwe ya mamostatiya Kurdî rastî zextên Îranê hatiye.

Zara ji ber pîşeya xwe gelek caran hatibû desteserkirin.

Xelatên Zêrîn Bile

“Xelatên Zêrîn ên Bile” bernameyeke xelatdayînê ye ku ji bo zindîhiştina bibîranîna nivîskar û rewşenbîrê Kurd Îbrahîm Ehmed tê lidarxistin.

Ev xelat bi wan kesan tên dayîn ku di warên çand, edebiyat û mafên mirovan de karên girîng kirine.

Xelatên Îbrahîm Ehmed bi taybetî ji bo rûmetdayîna wan kesan tên organîzekirin ku beşdarî nasandina çand, edebiyat û têkoşîna mafên mirovan a Kurdan dikin.

Xelat, ji bo zindîhiştina mîrata Îbrahîm Ehmed û veguhastina nirxên wî ya ji nifşên paşerojê re tên dayîn.

Îbrahîm Ehmed kî ye?

Îbrahîm Ehmed, sala 1914an li Silêmaniyê ji dayîk bûye û nivîskar, rojnameger, hiqûqnas û siyasetmedarê Kurd e.

Ehmedê ku wekî yek ji pêşengên edebiyata Kurdî tê pejirandin, bi taybetî bi roman û çîrokên xwe yên Kurt tê naskirin.

Berhema wî ya herî naskirî “Janî Gel” bi zimanekî edebî zilm û berxwedana ku gelê Kurd tîne zimên.

Îbrahîm Ehmedê ku di heman demê de yek ji damezirînerên PDK û YNKyê ye, bi têkoşîna xwe ya siyasî û xebatên xwe yên rewşenbîrî ji bo parastin û nasandina nasnameya Kurdî gelek xebat kirine.

Wî beşeke mezin a jiyana xwe li sirgûnê derbas kir û sala 2000î li Londonê koça dawî kir.



Source link