Çand û Huner

Mîkaîl Aslan albumeke nû belav kir: Masumo Pak

Hewlêr (Rûdaw) – Strana ewil a bi navê “Kamî rê /Ji kê re” ya ji albûma 11an a stûdyoyê ya hunermendê Kurd Mîkaîl Aslan a bi navê “Masumo Pak” li ser platformên dîjîtal gihîşt guhdaran.

Gotinên stranê yên Usênê Qeremanî (Mehmet Çetin) ne.

Muzîka wê jî ji aliyê Mîkaîl Aslan û Olcay Bozkurt ve hatiye çêkirin.

Li gundê Seyîd Riza hat kişandin

Klîba stranê li herêma Lertîgê û li gundê Seyîd Riza Axdatê û derdora wê yên Dêrsima Bakurê Kurdistanê hatiye kişandin.

Ev erdnîgariya ku bi Seyîd Riza tê naskirin, di klîbê de paşxaneyeke dîrokî û balkêş pêşkêş dike.

Derhêneriya klîbê Veysel Kilinç kiriye û klîb di şert û mercên zivistanê de hatiye kişandin.



Source link