Çand û Huner

‘Nameyên ji Kurdistanê’: Belgenameyeke dîrokî bi…

Hewlêr (Rûdaw) – Weşanxaneya Ramînayê ya li Londonê, amadekariyê dike ji bo çapkirina berhemeke wêjeyî û dîrokî ya pir giring di rojên bê de, bi navê “Nameyên ji Kurdistanê”.

Pirtûk wergera ji Almanî ji bo Erebî ye ku romannivîs û wergêr Jan Dost pêk aniye; ew nameyên rojhilatzanê Alman ê koçkirî Oskar Mann in ku di gerên xwe yên lêkolînê yên li Rojhilatê di destpêka sedsala 20î de nivîsandine.

Ev pirtûk wekî xezîneyeke belgeyî tê hejmartin ku hûrgiliyên jiyana civakî û çandî ya Kurdan û gelên herêmê beriya zêdetirî sedsalekê eşkere dike, bi çavên rojhilatnasekî hûrbîn û dildarê zimanan.

Jan Dost nehêniyên pirtûkê eşkere dike

Di daxuyaniyên taybet ji bo Tora Medyayî ya Rûdawê, nivîskar û wergêr Jan Dost behsa hûrgiliyên vê projeyê û çawaniya derketina wê ya ber ronahiyê kir.

Jan Dost dibêje, “Pirtûka (Nameyên ji Kurdistanê) kitêbek e ku rojhilatnasê Alman Oskar Mann nivîsiye. Oskar Mann di salên 1905, 1906 û 1907an û wan deman de hatibû Kurdistan, Îran û Tirkiyeyê, û li vir zimanê Kurdî û zaravayên Kurdî didan hev û berawird dikirin.

Wekî nimûne hat Rihayê, û li Rihayê dengbêjekî Kurd dît, ew yekem dengbêjê Kurd e ku wêneyê wî heye, navê wî “Bozan” e, û wî wêneyê wî xistiye kitêba xwe.

Ji ber ku Oskar Mann di heman demê de wênegir bû jî û wêne dikişandin, û di heman demê de tekstên Kurdî bi zimanê Kurdî didan hev.

Di wê gera xwe de gelek tişt dan hev û bi xwe re birin Berlînê, ku diçû û dihat.”

Wergêrê pirtûkê axaftina xwe wiha didomîne, “Ev kitêb ji nameyên wî pêk tê ku ji xwişka xwe û dayika xwe re dişandin dema ku li van deveran bû, ango dema li Kurdistanê bû.

Gera wî pir xweş e; tiştê min kir ew e ku min ew nameyên ku li Kurdistanê nivîsîne û têkiliya wan bi Kurdan re heye girti.

Min hemû wergerandin zimanê Erebî û me radestî kekê Heysem Husên li Weşanxaneya Ramînayê kir.

Wan jî ji hêla xwe ve mafên çapê ji weşanxaneya Almanî ya eslî kir û çap kir, an jî biryar e ku di demeke pir nêzîk de bê çapkirin û belavkirin.”

Jan behsa gera Oskar Mann a li Kurdistanê dike û dibêje, “Vî camêrî, Oskar Mann, li Mehabadê bi xortekî Kurd re hevdîtin kir ku navê wî Cewad Qazî bû, pê re sohbet kir û jê fêrî Kurdî û Farisî bû.

Wî (Oskar Mann) Cewad Qazî fêrî zimanê Îngilîzî kir. Piştre ew bi xwe re bire Almanyayê.

Li wir (Cewad) xwend û bû kesekî pir jêhatî û behredar. Bi hev re wan stranên Kurdî dan hev û di kitêbekê de belav kirin ku navê wê `Tuhfeya Muzeferiye` ye.”

Derbarê naveroka nameyan de Dost dibêje, “Di nameyan de hest û sozên wî li hember dayik û xwişka wî hene, û ew ne tenê behsa zimanê Kurdî dike.

Lê belê wesfekî xweşik ê civaka Kurdî ya wê serdemê ya beriya 120 salan dike; çi dikirin û çi nedikirin, çi dixwarin, çi vedixwarin, çawa rûdiniştin, û civatên wan çawa bûn.

Bêguman, wî gelek rexne jî li van civakan kirine, ji ber ku civakên paşdemayî bûn, wî rexneyên xwe jî anîne ziman.

Kitêbeke hêja ye, (panoramayek) e, û ji bo xizmeta civaka Kurdî û xizmeta zimanê Kurdî bi awayekî mezin hatiye amadekirin.”

Romana “Şerê Dawî yê General”… Destana Mele Mistefa Barzanî

Di çarçoveya axaftina xwe de, Jan Dost behsa romana xwe ya herî nû “Şerê Dawî yê General” kir, ku behsa jînenîgariya rêberê dîrokî yê gelê Kurd Mele Mistefa Barzanî dike.

Derbarê vê berhemê de Dost ji Rudawê re dibêje: “`Şerê Dawî yê General` romaneke dîrokî ye.

Yanî paşxaneya wê dîroka Kurdan e û bi taybetî jiyan û jînenîgariya nemir Mele Mistefa Barzanî ye.

Min bi zimanê Kurdî (zaravayê Kurmancî) nivîsand, û min bi xwe wergerand zimanê Erebî

Çapa Kurdî li Weşanxaneya Dozê ya li Stenbolê derket, û çapa Erebî jî li Weşanxaneya Dar el-Neharê ya li Beyrûtê derket. Di destpêka bihara 2025an de derket.”

Derbarê naveroka romana xwe de Dost dibêje, “Roman ne tenê roniyê dide ser jiyana Mele Mistefa Barzanî, lê belê roniyê dide ser şoreşên Kurdî yên di serdema wî de; şoreşa Barzan a sala 1930î, û şoreşên 42 û 43yan, û çûyîna bo Mehabadê, û derbasbûna çemê Arasê, û sirgûniya li Yekîtiya Sovyetê, û piştre vegera Barzanî.

Yanî ew qonax heta têkçûna şoreşê û nexweşketina Barzanî û çûyîna wî bo Washingtonê, û wefata wî li wir di 1ê Adara sala 1979an de.”

Dost qala hin hûrgiliyên din ên romanê dike û dibêje, “Vebêjer Barzanî bi xwe ye û xeyalên wî ne, ku tiştan tîne bîra xwe dema ku li odeya xwe li nexweşxaneyê ye, lewra roman ji bîranînên wî pêk tê.

Beşekî taybet heye, ew jî beşa (destana derbasbûna çemê Arasê) ye, û ev beş li ser zimanê yek ji Pêşmergeyên Barzanî tê vegotin, ku di wê meşê de bi wî re bû û hingê biçûk bû û temenê wî 15 sal bû, navê wî Heso Mîrxan e. Piştî vegera xwe wî rojnivîskên xwe di wî wextî de dinivîsandin, yanî beşek ji romanê vebêjerê wê ew Pêşmerge ye.”

Nimûneyek ji yek ji nameyên Oskar Mann (Ji kitêba ku li ber çapê ye)

Sawc Bûlax (Mehabad), 4ê Tebaxa 1903

“Dayika min a hezkirî û xwişka min a ezîz!

Min îro piştî nîvro veqetand da ku bi aramî ji we re binivîsim. Roja pêncşemê her tim dagirtî û mijûl e: Serê sibehê dora saet heştan name digihîjin, û heta saet donzdehan rêveberê posteyê bersivan dixwaze.

Min ji xwe bersiva nameya we ya bi dîroka 7ê Tîrmehê daye, û ez hêvî dikim ku sibe yan jî dusibe tiştekî diyar ji Tehranê derbarê siberoja min de bigihîje. Ez ê piştre derbarê vê yekê de binivîsim.

Rûtîna min a rojane li vir pir yekreng e: Di pêncê sibehê de şiyar dibim û xizmetkaran şiyar dikim paşê li bendê dimînim heta ku serşok amade bibe, paşê hinekî radikevim.

Piştî serşûştinê em taştê dixwin: qehwe, hêk, nan, û fêkiyên curecur ku aşpêjê Tehranî Baqir bi şêweyekî hêja amade dike.

Reçeteya ku min di van demên dawî de afirandiye biceribînin: gilyazên tirş (vişne) bi mişmişên pijandî re bi hev re!

Di heftê sibehê de: Em bi wergêr Mîrza Cewad re dest bi kar dikin.

Wergerandina 8000 malikên helbestî ku Ebdulrehmanê kurê Baqir ji gundê Hacî Husên di nava 22 rojan de bi dev ji min re xwendin, bi awayekî ku hemû hûrgilî zelal bin, ne karekî hêsan e.

Mîrza Cewadê reben ji ber dijwariya hewldanê di nav xwêdanê de dimîne.

Paşê em heta dora 12ê nîvro berdewam dikin. Piştre em firavînê dixwin: şorbe û goşt.

Ez ewqas ji goştê berx aciz bûme ku ger vegerim ez ê bibim wekî berxan! Piştre ez hinekî bêhna xwe berdidim.

Di duduyê nîvro de ez vedigerim ser kar, Mîrza bi gelemperî hinekî dereng dimîne.

Em di wergerê de berdewam dikin heta dora pênc û nîvan, paşê em cilên xwe diguherin û li hespan siwar dibin.

Li vê herêma çol û hol tenê sê yan çar rêçên meşê hene û bêguman ez hemûyan ji ber dizanim.

Li nik yek ji xalên kûr û xweşik ên çêm ez ji hesp dadikevim, kevirekî davêjim avê, û her sê kûçik mîna dînan xwe davêjin çem; ev serşûştina wan a rojane ye û ji bo wan pêwîst e, yan na ev heywanên feqîr dê ji ber kêzikan bimirana. Lê ez, kêç û pêşî bi awayekî ku nayê debarkirin min aciz dikin.

Li dora saet heftan em vedigerin malê; û lap di heştan de dema şîvê ye: şorbe, teyfikek goşt û şirînahî, pir caran bestenî! wekî: gilyaz, zebeş, kakao û yên din.

Bi gelemperî zikê min xera dike, nemaze ku xizmetkar meyldar in ku tirşiya xiyarê (bi bacanan re!) beriya goşt pêşkêş bikin di wan rojên ku besteniyê amade dikin.

Vexwarin niha wekî havîna borî lîmonade ye: ava sêv û gilyaz û fêkiyên din.

Li dora neh û nîvan ez diçim nav nivînan. Lê germa zêde ya êvarê nahêle ez beriya yazdeh an donzdehan razêm.

Bi vî awayî rûtîna roja lêkolîner derbas dibe; bêzar e, ne wisa? Ji 4ê Tîrmehê ve, roja ku helbestvan gihîşt, min tu mirov nedîtine!

Yanî min tu serdan û hwd nekirine. Lê destanên kevnar ên ku vî zilamê pir nazik bi dev ji min re xwendin ewqas delal in ku hêjayî vê zehmetkêşiyê ne.

Ez hîn heta niha hema hema her roj ji ber matmayîna xwe bi tiştên ku min li vir berhev kirine, kontrola xwe winda dikim…

Ez difikirim ku di nîvê Îlonê de ji vir biçim Urmiye û Xoyê. Di rê de û li Xoyê ez ê hin zaravayên Kurdî yên balkêş bibînim.

Paşê bo Tebrîzê, û ji wir di nîvê yan dawiya Çiriya Pêşî de ji bo Hemedanê (16 rojên rêwîtiyê) paşê bo Sultan Abada hezkirî (ji bo bêhnvedanê) û ji wir di ser Kaşanê re bo Yezdê (dora 15 rojên din ên rêwîtiyê).

Li Yezdê ez dê zimanê Zerdeştiyan bixwînim. Ji Kanûna Pêşî heta Sibatê.

Paşê heger pêkan be di ser Semnanê re bo Tehranê. Ji wir di ser Reşt-Bakû-Tiflîs-Batumê re bo Qestentîniyeyê.

Û li wir dibe ku Martha tevî me bibe bi yan bêyî Profesor û Birêz Richard Schmidt. Rêwîtiyên dirêj ên karwanan bo Yezdê hinceteke baş didin min ku ez ji Akademiyê re bibêjim ku pere qediyane.”

Peyva Paşbergê ya Weşanxaneya Ramînayê

Di pirtûka “Nameyên ji Kurdistanê” de, name wekî nivîsîna li ser tixûban derdikevin pêş: tixûbên zimên, tixûbên erdnîgariyê û tixûbên hişmendiyeke mirovekî Ewropî ku wekî qadeke lêkolînê, jinûve-navlêkirinê û avakirina dabeşkirinan li Rojhilatê dinêrî. Oskar Mann di destpêka sedsala bîstan de ji Kurdistan û Îranê dinivîse, di navbera bajar, çiya û gundan de digere, hûrgiliyên rê, mijûliyên xebata zimanî û têkiliya rojane ya bi mirovan re tomar dike, û bi xwe re amûrên lêkolîner, hestê gerok û awazê serdemekê hildigire ku cîhan ji pozîsyona serdestiya zanînê ji nû ve rêz dikir, û hêlên cîhanê wekî mijara vekolîm û çavdêriyê tomar dikir.

Ev name kedeke zanistî ya dijwar di şopandina zaravayên Kurdî û Farisî de, û belgekirina pêkhate, deng û çîrokên wan ên devkî di nav şert û mercên dijwar ên nexweşî, îzole û zehmetiya veguhastinê de eşkere dikin. Di heman demê de, zimanê nameyan tiştê ku di hişmendiya qonaxê de veşartî bû derdixe holê; ji dabeşkirinên pêşwext, nêrînên cudakar di navbera mirovan de, veguhertina niştecîhên herêmî bo materyalê wesf û ezmûnê, bêyî lêpirsîneke rastîn bo pozîsyona nivîskar bi xwe di nav vê pêwendiya newekhev de.

Li vir, name vediguherin belgeyeke dîrokî ku nirxê wê qat bi qat e; çavkaniyek e ji bo fêmkirina civakên Kurdî û zaravayên wan, û şahidiyeke eşkere ye li ser awayê hizirîna lêkolînerê Ewropî dema ku Rojhilat dinivîsand û li gorî pîvanên xwe ji nû ve rêz dikir.

Wergera ku Jan Dost pêk aniye van materyalan bi hişmendiyeke zimanî û dîrokî vedigerîne bo xwendevanê Ereb û Kurd, û awaza teksta eslî bêyî nermkirin an veşartin diparêze, û derî li ber xwendineke rexneyî vedike ku di kitêbê de çavkaniyeke zanistî, teksteke gerokî (gername), û belgeyeke çandî derbarê pêwendiya zanînê bi hêzê re, lêkolînê bi siyasetê re, û ziman bi serdestiya sembolîk re dibîne.

Ev kitêb xwendevan datîne pêşberî arşîveke zindî, ku tê de kêfa vegotinê bi şoka zanînê re li kêleka hev in, û bi rêya wê wêneya Kurdistanê eşkere dibe wekî ku lêkolînerekî Ewropî beriya zêdetirî sedsalekê dîtibû, bi hemû hûrbînî, sînor û pirsên ku hîn jî veirî mane.

Pênaseya Nivîskar û Wergêr

Oskar Mann

Oskar Mann (1867–1917) yek ji navdartirîn rojhilatnasên Alman û zanyarên Îrannasiyê di dawiya sedsala nozdehan û destpêka sedsala bîstan de tê hejmartin. Li Berlînê ji dayik bûye, û zimanên Rojhilatî (Kurdî, Erebî, Farisî, Sanskrîtî) û Zimannasiya Berawirdî li zanîngehên Berlîn û Heidelbergê xwendiye. Wekî emîndarê Pirtûkxaneya Şahane li Berlînê kar kiriye, ku vê yekê derfet dayê ku haya wî ji destnivîs û belgeyên kêmpeyda çêbibe.

Bi gerên xwe yên meydanî yên dirêj û dijwar bo Dewleta Osmanî (Kurdistan û Îraq) û Îranê navdar bûye. Tenê bi lêkolîna tekstên kevnar re sînordar nema, lê belê giringî da berhevkirina mîrata devkî û tomarkirina zaravayên zindî. Kitêba wî “Tuhfeya Muzeferiye” (bi Almanî û Kurdî) wekî yek ji girîngtirîn çavkaniyan tê hejmartin ku zaravayê Mukriyanî û folklora Kurdî belge kiriye.

Her wiha wêneyên wî yên fotografî ku di dema gerên xwe de girtine îro wekî belgeyên etnografîk ên bêhempa tên hejmartin, ku rûyê mirovan, cil û berg, û avahîsaziya wê serdemê belge dikin.

Mann di sala 1917an de li Berlînê koça dawî kir û mîrateyeke dewlemend ji lêkolînan li pey xwe hişt ku hîn jî di lêkolînên Kurdî û Îranî de wekî çavkaniyên bingehîn dimînin.

Jan Dost

Romannivîs, helbestvan û wergêrê Kurdê Sûriyê ye, yek ji dengên wîjeyî yên Kurdî yên herî giring ên hemdem tê hejmartin. Jan di sala 1965an de li bajarê “Kobanî” ji dayik bûye. Bi her du zimanên Kurdî û Erebî dinivîse. Bi şêwaza xwe ya vegotinê tê naskirin ku tê de belgekirina dîrokî bi hilma sofîtiyê û helbestvaniya bilind re li hev tîne.

Berhemên wî yên herî diyar

Roman, “Mîrname”, “Mijabad”, “Eşîqê Wergêr”, “Kobanî”, “Xwîna li ser Minareyê”, “3 Gav û 3 Darek”, “Efrîn Korîdora Aram” û romana “Otobusa Kesek A Helebê”.

Gelek berhemên wêjeyî yên Kurdî yên klasîk û nûjen wergerandine zimanê Erebî, û ya herî giring destana “Mem û Zîn”ê ya Ehmedê Xanî ye, ku wergereke şirovekirî û berfireh jê re pêşkêş kir, tevî “Bexçeyê Nasirî” (El-Hedîqe el-Nasiriye) ku ji zimanê Farisî wergerandiye û yên din..

Dost gelek xelat û rêzgirtin wergirtine, ji wan Xelata Afirîneriya Kurdî û Xelata Husên Arif a Romanê, û berhemên wî gihîştine lîsteyên xelatên Erebî yên bi nav û deng wekî Xelata Necîb Mehfûz (ji bo romana Mîrname).

Derketina pirtûka “Nameyên ji Kurdistanê” ji Weşanxaneya Ramînayê, dibe pireke nû ku xwendevanê Ereb û Kurd bi dîroka herêmê ve girêdide, û tozê ji ser rojnivîskên rojhilatnasekî radike ku di nav xelkê de jiyaye û hûrgiliyên jiyana wan bi hûrbîniyeke mezin veguhastiye, bi kedeke wergerê ya taybet ji Jan Dost ku tenê bi veguhastina zimanî sînordar namîne, lê belê rûhê tekstê û çarçoveya wê ya dîrokî vediguhêze.



Source link