Çand û Huner

NASAyê 4 astronotên din şandin Stasyona Fezayê ya…

Hewlêr (Rûdaw) – Ajansa Fezayê ya Amerîkayê (NASA), bi awayekî serkeftî çar astronot şandin Stasyona Fezayê ya Navneteweyî (ISS).

Beriya niha astronotekî stasyonê nexweş ketibû û 7ê meha borî li gel 3 hevkarên xwe vegeriyabû ser rûyê erdê. Şandina van çar astronotan ji bo dagirtina cihê wan bû.

Tîma Navneteweyî ya bi navê “Crew-12” ji Floridayê hat şandin.

Keştiya wan a bi navê “Dragon” a ku ji aliyê SpaceXê ve hatiye çêkirin, bi mûşeka “Falcon 9” a heman kompanyayê ji Cape Canaveralê ber bi stasyona fezayê ve hat şandin.

Falcon 9 bi çend çirkeyan piştî avêtinê, di asmanekî zelal de ber bi jor ve bilind bû.

Keştiya Dragonê bi awayekî asayî ji beşa dehfder (booster) a mûşekê veqetiya.

Tîmê dema ku geşta wan a ber bi stasyona fezayê ve berdewam dikir, di nav keştiya fezayê de çavdêriya sîsteman dikir.

Nêzîkî 24 saeta bi şûn de, kapsula Dragonê nêzî stasyonê bû û bi baldarî xwe ji bo qonaxa (docking) pêvegirêdanê amade kir.

Çirayên nîşander ên sor û kesk diberiqîn, dema ku kontrolên teknîkî bi berdewamî dihatin kirin.

Kapsul bi awayekî serkeftî bi stasyonê ve hat girêdan.

Tîma Crew-12 ji du astronotên Amerîkayî, astronotekî Fransiz û astronotekî Rûs pêk tê.

Piştî du saetan, derî hatin vekirin. Astronot çûn hundir û wan û tîma berê hev hembêz kir û hev pîroz kir.

“Em pir kêfxweş in”

Astronota Amerîkayî Jessica Meirê got:

“Em pir kêfxweş in… Em nûnertiya gelek welat û paşxaneyên cuda dikin. Em pir bi kelecan in ku li vir in û dê bi tîma ‘Expedition 74’ re dest bi kar bikin.”

Astronotê Amerîkayî Jack Hathaway jî biland:

“Ez nikarim wesif bikim ku li vir çi hîs dikim.”

Divê were gotin ku tîma nû dê 8-9 mehan li fezayê bimîne.



Source link