Nêçîrvan Barzanî sersaxî ji malbata Diya Ciwan re…
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, sersaxî ji malbata nivîskar û helbestvana Kurd Diya Ciwan re xwest.
Nivîskar û helbestvana Kurd Diya Ciwan di 72 saliya xwe de li Dihokê koça dawî kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser mirina Diya Ciwan li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de wiha got:
“Ji bo koça dawiyê ya Xwedê jê razî helbestvan û nivîskara navdar a Kurd Diya Ciwan, sersaxiyê ji malbat û kesûkar wê yên rêzdar û nivîskarên Kurdistanê re dixwazim.
Diya Ciwan bi helbest û nivîsên xwe, bi dilsozî û helwestên xwe yên welatparêzî, bi mirovperweriya xwe, cihê xwe yê heja û bi rêzdarî di nav gelê xwe de girtibû.
Canê wê şa be û bîranîna wê her tim bi xêr be.”
Diya Ciwan bi xwe ji Bakurê Kurdistanê bû lê di 15 saliya xwe de tevî malbata xwe çûbû Rojavayê Kurdistanê.
Ji sala 1977 ve dest bi karê nivîsandin û siyasetê kiriye, yekemîn helbesta wê sala 1982yan hatibû weşandin.
14 berhemên wê yên wêjeyî hene.
Ji bilê Kurdî, berhemên wê bi Rûsî û Tirkî hatine weşandin û wê 46 xelat wergirtine.
#VÎDEO – Temenekî hemû ked û xebat, Diya Ciwan ji nav me bar kir
📕 Diya Ciwan li Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye, li Rojavayê Kurdistanê mezin bûye û li Başûrê Kurdistanê koça dawî kiriye
📕 Diya Ciwan yekem jin e ku li Rojavayê Kurdistanê pirtûkeke helbestan nivîsandiye… pic.twitter.com/wXOlbNxlfq
— RudawKurdi (@RudawKurdi) February 27, 2025