Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê bi dirûşma ‘Cîhan bi…
Hewlêr (Rûdaw) – Pêşangeha 17emîn a Navneteweyî ya Pirtûkan a Hewlêrê bi dirûşma “Cîhan bi Kurdî diaxive” bi beşdariya Serok Mesûd Barzanî dest pê kir.
Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Hewlêrê, wekî her sal li Salona Pêşangeha Navneteweyî ya li Parka Samî Ebdukrehman tê lidarxistin.
Dirûşma pêşangeha îsal “Cîhan bi Kurdî diaxive” ye.
Serok Barzanî piştî vekirina pêşangehê beşên cuda yên pêşangehê ziyaret kir û hinek pirtûk jî kirîn.
Îsal zêdetirî 350 weşanxaneyên ji 22 welatan beşdarî pêşangehê bûne.
Li pêşangehê dê çalakiyên curbicur ên çandî, xwendina helbestan, îmzekirina pirtûkên nû, çendîn çalakiyên hunerî û panelên curbicur bên lidarxistin.
Pêşangeh dê her roj ji saet 10:00ê sibehê heta saet 20:00ê êvarê ji bo serdanan vekirî be.
Pêşangeh dê 10 rojan berdewam bike.