Çand û Huner

Pirtûka ‘Pirpizêkên Bizdok’ a Esra Sadikogluyê…

Hewlêr (Rûdaw) – Weşanên Avestayê pirtûka helbestan a Pirpizêkên Bizdok a Esra Sadikogluyê çap û belav kir.

Weşanên Avestayê çapkirina pirtûka Pirpizêkên Bizdok a Esra Sadikogluyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand.

Pirtûka helbestan a Pirpizêkên Bizdok ji rêzepirtûkên Şahmaranê derketiye û ji 80 rûpelan pêk tê.

Helbesteke di nava pirtûka helbestan a Pirpizêkên Bizdok de:

“Sola kabik

Li pêş texsiya kîso

Fera wê li hembêza

Jina qahpik

Dimeşe jin

Nameşe texsî

Xeyal dilikumin

Bê sol, bê rol

Kaxiza jiberkirinê

Ji derhênerê reviyayî

Dibe destmal

Bi sêwîevînên xwe re

Dikeve serê dîlanê

Temaşevan şeva tarî

Bahol, dahol

Gulî, tilîlî ye

Dibeze berbangê

Jinek bi ferek sol

Solek bi ferek çîp

Winda ye

Li bala we ye?”

Esra Sadikoglu kî ye?

Esra Sadikoglu sala 1981ê li navçeye Şemrexê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Wê li Zanîngeha Stenbolê beşa Ziman û Wêjeya Tirkî xilas kiriye.

Esra Sadikogluyê her wiha li Zanîngeha Artukluyê di beşa Ziman û Wêjeya Kurdî de mastera xwe temam kiriye.

Ew di kovara Rewşen-Nameyê de xebitiye, helbest, werger û çîrokên wê di kovarên Rewşen-Name û Notosê de çap bûne.

Esra Sadikoglu niha li Amedê dijî.



Source link