Qerejdax şên bûye: ‘Ma bes bila zarok xwe şûş…
Riha (Rûdaw) – Bi barîna berfê re navenda kaşûnê ya Çiyayê Qerejdaxê şên bûye. Ji Mêrdîn, Amed, Êlih û Rihayê bi hezaran geştyar diçin kaşûnê govendê digerînin û şahiyê dikin.
Geştyar dibêjin ne tenê zarok mafê her kesî heye kaşûnê bike û kêliyên xweş li nava berfê derbas bike.
Qerejdax havînan ji koçeran re zozan e, zivistanan jî bi barîna berfê re xemlek spî li bejna xwe datîne û dibe navendeke serincrakêş a kaşûnê.
Berfa ewil a salê beriya deh rojan bariya û pîsta kaşûnê bi 60 santîmetreyan mazûvaniya geştyaran dike.
Li gorî agahiyên Rêvebiriya Kaşûnê ya Qerejdaxê, di nav deh rojan de 40 hezar kesî seredana wê navendê kiriye.`
Geştyarên ku zêdetir ji bajarên Bakurê Kurdistanê ne li navenda kaşûnê seyranê dikin, govendê digerînin, xwe dişimitînin û demên xweş derbas dikin.
Çiyayê Qerejdaxê di sînorê Amed, Mêrdîn û Rihayê de çiyayekî volkanîk e û cihekî girîng ê kaşûnê ye ji bo herêmê.
Nûçegihanê Rûdawê Abdulselam Akincî çû Qerejdaxê û li ser geştyarî û şahiya xelkê ya li Qerejdaxê raporek amade kir.
“Ma ev kêf tenê ya zarokan e”
Geştyarê bi navê Bunyamîn Kaya got, “Li bajarê me yê Rihayê berf nabare. Me 3-4 sal in berf nedîtiye.
Me got em ji xwe ra herin Qerejdaxê li berfê binêrin xwe xuş kin.”
Şêniya Qerejdaê ya bi navê Emşê Eskîmîşê jî got, “Ez ji Qerebexçe me ez ji xwe ra hatime vir gerê.
Îsal emre Xwedê berf tune bû lê di dawîya meha sibatê de berf bariya em pir kêfxweş bûn.”
Geştyarekî jî segê xwe aniye û dibêje “Navê kuçikê min Zilam e min ew jî aniye kaşûnê.”
Zilamêkî din jî dibêje, “Ma zarok tenê xwe şûş (kaşûn) dikin, merivên mezin jî xwe şûş dikin. Ma ev kêfa tenê ji bo zarokan e.”
Geştyara bi navê Mîhrîban Altûnê jî got, “Zarokên ez bi zorê anîm. Ew li hundurin ez jî derketim xwe dişimitînim.”
Bi kêf û coşek ji hemû kûl û kederên jiiyana rojane dûrketî li aliyekî govend û dîlan li aliiyek manqil û seyran û li aliiyekî jî kaşûn dîmenên herî xweş yên çiyayê volkanik ê Qerejdaxê ne
Mehmet Ariktekînê geştyar behsa barîna berfê û kêfxweşiya xwe kir û got:
“Em xelkê vir in û ji bo kêfê hatin.Em îro hatin îca ji serma em diqefilin.”
Di halê heyî de li pîsta kaşûnê 60 santîm berf heye û ji 10 rojên de heta niha 40 hezar kesî seredana navendê kiriye.
“Em dê pîsta xwe nû bikin”
Xwediiyê Navenda Kaşûnê Orhan Atîlla behsa bi pêşxistina ximzetên navendê kir û wiha got:
“Yanî ev berfa pir xweş e. Ez bawer nakim ev berfa zû bihile. Heta 20 rojan jî ev berfa yê dewam bike.
Otêla me jî çêbûye dê îsal bikeve faliyetê ku otêl temam bû înşelah em dê li vir teleferîkê jî çêkin.
Em dê pîsta xwe jî 300 metreyên din dirêj bikin û dê pîsteke pir xweş çêbibe.”
Qerejdax 40 kîlometre ji Amedê, 82 kîlometreyan ji Rihayê û 119 kîlometreyan jî ji Mêrdînê dûr e û di sêgoşeya her sê bajaran de ye û ji aliyê îdarî ve bi ser Rihayê ve ye.