Çand û Huner

Rewşan ji bo lansmana HINARê li ser dikê ye

Stenbol (Rûdaw) – Hunermend Rewşan dê lansmana albuma xwe ya nû ya bi navê “HINAR”ê bi konsereke taybet pîroz bike.

Konser êvara 26ê Nîsanê (şemî) li Navenda Nimayîşan a Bostanciyê ya Stenbolê ye û dê hunermendên girîng ên muzîkê hevalbendiya Rewşanê bikin.

Rewşana dengxurt dê bi vîrtuozê gîtarê Cenk Erdogan, hunermend Murad Demîr û koma Cumbuş Cemaatê re li ser dikê li pêşberî hezkiriyên xwe be.

Dîzayna dikê jî bi destê dîzayner Cem Yilmazer hatiye çêkirin.

HINAR: Hevdîtina modern û kevneşopiyê

HINAR ji 9 berheman pêk tê û gotinên hemû stranên wê yên Rewşanê ne.

Albuma ku aranjeyên wê Hakan Gurbuz kiriye, şêwazên etno-pop û balatê bi peyvên Kurdî tîne ba hev.

Album enstrumanên kevneşopî û teknîkên modern ên berhemhênanê tîne cem hev û dê serpêhatiyeke muzîkê ya bi kokên kûr û nûjen pêşkêşî muzîkhezan bike.

HINAR di 9 salên dawî de plaka yekem a Kurdî ye ku tê weşandin.

Album dê şeva konserê bi îmzeyên Rewşanê pêşkêşî guhdaran were kirin.

Bilet tên firotin

Biletên vê konserê li platformên Biletix, Bubilet û Biletinial tên firotin.

Tê payîn bala gelek muzîkhez berê xwe bidin vê konserê û guh li berhemên albuma “HINAR”ê û li stranên wê yên berê bidêrin.

Rewşan kî ye?

Hunermend Rewşan ji navçeya Tetwanê ya Bedlîsa Bakurê Kurdistanê ye.

Wê li Hûnerên Bedew a Perayê ya Stenbolê beşa kemanê qedandiye.

Rewşanê di heman demê de li Zanîngeha Enqereyê beşa Psîkolojiyê û li Zanîngeha Bahçeşehîrê jî beşa Lîstikvaniyê qedandiye.

Rewşanê ji bilî xebatên xwe yên muzîkê, belgefîlma “Dengên Bakur” ku li ser wêjeya devkî ya Kurdî û bîra çandî bû amade û pêşkeş kir.

Ax Lê Wesê, Tov, Live Session Vol 1 û gelek singleyên wê yên di kategoriya prograssive folkê de wekî xebatên serkeftî hatin dîtin.

Hunermend Rewşan yek ji damezrîner û endama Orkestraya Stenbolê ya Muzîka Fîlman e.

Rewşan li welêt û li derveyî welêt konserên xwe didomîne.



Source link