Romana ‘Jiyana Asayî ya John Sanders’ a Şener…
Hewlêr (Rûdaw) – Nivîskar û hunermendê Kurd Şener Ozmen bi romaneke nû derket pêşberî xwîneran Kurdî.
Weşanên Avestayê romana Şener Ozmen a bi navê “Jiyana Asayî ya John Sanders” çap kir.
Li ser berga romanê wisa hatiye nivîsin:
“Hemin me ji Johnan dest pê kir, ez bînim ji we re bibêjim; navê min jî John e; John! Wekî cana bi kurdî tê xwendin û bilêvkirin, lê yên me wek bênîşt dicûn. Di Kitêba Pîroz de jî ciyekî xwe yê giring heye, lewma dayîka min ev nav li min kiriye. Dayîka min, dibêjim, lew re bavê min ne li cem wê bûye wê hingê.
Beriya ku zikê wê başebaş bihê ber devê wê bi qasî du mehan, rabûye piştî pevçûnekê dayîka min bi cî hiştiye û salekê sax li parêzgeheke dûrederez a li ser tixûbê Emerîkayê û Kenedayê bi jineke latîn a barmeyd re jiyaye. Piştî ku sala wan qediyaye û bavê min jî tût û rût maye, jinikê berî wî daye û yekî din ji xwe re dîtiye, ha wan çaxan bavê min têlefonî dayîka min kiriye û bi zarşêrînî, pirsa min û navê min ji wê kiriye. Li ser têlefonê jî pariyekî pev çûne, seba ku navê min John e, bavê min aniye gotiye, çima te navekî bêyom li kurik kiriye? Qey ti navekî din nemaye?!
Dayîka min gotiye, John navekî pîrozwer e. Pîrozwerê çi?!, gotiye bavê min, JFK ti xêr ji serokatiya xwe nedît, kabrayekî manyaq derket ew kuşt! Heçî John Reed e, ew jî komînîst bû, ji nexweşiya tîfûsê hişk bû! John Brown bi dar ve kirin, te go erê? John Norman Collins qesasekî rêzekuj bû, wî heft jin kuştin, îda çi?! Dayîka min rahiştiye kitêbokekê, xwestiye beşekî jê bixwîne ku tê de navê min tê hildan, lê di wê hengê de dengê bavê min qut bûye. Bavê min hin hûrdeyên din jî radane xezneya diravan; “Pitê, hûrdeyên min neman, dirêj meke!” gotiye ji dayîka min re.
“Hê ez li wir, li tenişta sûka mezin a çekfiroşan, di cejnerojekê de bombeyek teqiyabû û devîdevî pêncî mirov – hin ji wan tifal – miribûn. Wek roja heşr û mehşerê bû, hezar pê dihatine piyekî, ser û pê, hûr û rovî dibarîn ji banê esmên de. Teqemeniyê çe‘hleke gipgirover e bi qasî bi sê-sê û nîv mêtroyan bi kûr de çûyî vekiribû li nîveka kûçeyê, firehiya wê jî digihişte şeş mêtroyan.
Laşên ji ber hêza teqemeniyê ji nivî û pê de qut bûyî axiriya axirîn xwe bi devê çe‘hlê ve girtibûn, nîvê din li deverine dûrî çe‘hlê, li ser devên konteyneran û li banên qehwexaneyan, di nava çiqlên dar û dirextan de peyda bûbûn û pê telîsên şêkir hatibûn berhevkirin.
Ti hêzê û rêkxirawê nedabû stûyê xwe, lê, pirr tê ve neçûbû, saloxgêrên PDK-Iya ku wan salan lez dabû kar û barên xwe yên avakirina hukimetê, pêka agehiyên şahid û şihûdan û pêzanînên ku bi dest xistibûn, kabrayekî Zaxoyî di mala wî de desteser kiribû, wî jî navên hin nokerên din dabûne pirskeran. Neyarên PDK-Iyê – gelekî zêde bûn – di mijara domandina wê barûdoxa anarşîst de hevraman bûn, ya bere bere vediguherî yasayeke ku ji xwe ber hatibû mexderê.”
Şener Ozmen kî ye?
Di sala 1971ê de li Hezexa Şirnexê ji dayîk bûye. Di sala 1998an de Beşê Perwerdeya Nîgarkêşiyê ya Fakulteya Perwerdeyê ya Zankoya Çukurovayê kuta kir. Di gel ku di temenekî gelekî berwext de nasiya wî li gel karîkatorê û şi’rê çêbû jî, bere bere dest ji van her du waran jî kişand da ku bi hunera hevçax û edebiyata kurdî rabe. Di navbera salên 2005-2007an de beşdarî bernameya pevguherînê ya hunermendan a Transfer 07ê (Munster-Almanya) bû ku bi destê Sekreteriya Rewşenbîriyê ya Ren Vestfalyaya Bakur (NRW) hat birêvebirin. Di sala 2008an de jî beşdarî Projeya Nivîskarên Bajaran a Tirkiye-Almanyayê (Munîh) bû ya ku ji aliyê Înstîtûta Goethe (Stenbol) ve hat birêvebirin. Ozmen di sala 2016an de bû mêvanê Q21 Museum Quartier Artist in Residencyê ya li Wienê. Di navbera salên 2017-2019an de, Zankoya Parêzgeha Montclairê Beşê Hunerê û Dîzaynê (Montclair, NJ), li Kargeha Navneteweyî & Bernameya Kureytiriyê (ISCP, Brooklyn, NY) û li Weqfa Hunerê ya Elîzabeth (EFA, Manhattan, NY) û herî dawî jî, bi piştevaniya Senatoya Keltorê û Hunerê ya Ewrûpayê, li Berlin kar û barên xwe yên hunerî û edebî bi rê ve birin. Li Chicagoyê dimîne.
Berhemên wî:
– Eskiden Ne Güzeldi (Xwezî Bi Heyna Berê), şi’r (bi Tirkî), 1999
– Şaşıracaksın (Tu Yê Matmayî Bimînî), şi’r (bi Tirkî),1999
– Ağıt mı bu yaktığın? (Ma Qey Tu Dilûbînî?), şi’r (bi Tirkî), 1999
– Sözüm Haritadan Dışarı (Haşa Ji Nexşeyê), şi’r (bi Tirkî), 2004
– Travma ve Islahat (Trawma û Çakkirin-Xwendinên Li Ser Hunera Hevçax), 2007
– Rojnivîska Spînoza, roman, 2008. Spinoza’nın Günlüğü, Wergera Tirkî: Abdullah Koçal, 2014
– Pêşbaziya Çîrokên Neqediyayî, roman, 2010. Kifayetsiz Hikâyeler Müsabakası, Wergera
Tirkî: Abdullah Koçal, 2015
– Keleh, çîrok, 2012. Kale, Wergera Tirkî: Selamî Esen, 2017
– Uykusu Bölünenler, 2013
– Gramera Bêhizûr, roman, 2014
– Sevişen Kurgular (Aşopên Bi Hev Şa Dibin-Xwendinên Li Ser Hunera Hevçax), 2016
– Xeyb, roman, 2016
– Qiseyên Xerîbiyê, roman, 2019
– Cemîlê Nîgarkêş û Heft Qambihostên Dewletê, çîrok, 2021
– Kurê dêlê, çîrok, 2022
– Jiyana Asayî ya John Sanders, roman, 2025
Wergerên wî:
– Kawa Destanı ve Azhî Dehaq, Arjen Arî, 2011
– Kalbim Bir Yastıktır Aşka, Berken Bereh, 2012
– Îhtar, (Bi pêdeçûna Rêdûr Dijleyî), C. Hakkı Zariç, 2022
Romaneke nû ji Şener Ozmen:
Jiyana Asayî ya John Sanders
DERKET!https://t.co/VPHXFhF29W“Hemin me ji Johnan dest pê kir, ez bînim ji we re bibêjim; navê min jî John e; John! Wekî cana bi kurdî tê xwendin û bilêvkirin, lê yên me wek bênîşt dicûn. Di Kitêba Pîroz de jî ciyekî xwe… pic.twitter.com/R4FxVwtcAX
— Avesta Yayınları (@avestayayin) May 9, 2025
