Romana ‘Kavirên Anarşîst’ a Rênas Jiyan hat…
Hewlêr (Rûdaw) – Dadgeha 4emîn a Cezeyê Sulhê ya Amedê, romana nivîskar û helbestvanê navdar ê Kurd Rênas Jiyan a bi navê “Kavirên Anarşîst” qedexe kir.
Rênas Jiyan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku romana wî ya bi navê “Kavirên Anarşîst” hatiye qedexekirin û ew dê li her qadê romana xwe biparêze.
“Ev hunerkujî ye”
Rênas Jiyan wiha gotiye:
“Romana min ‘Kavirên Anarşîst’ dewletê qedexe kiriye, ez şermezar dikim, ev hunerkujî ye, hovîtî ye, wêjenenasî ye, qedexekirina zimanan e, qedexekirina Kurdî ye.
Ez dê li her qadê romana xwe biparêzim, ez dê li her qadê Kurmancî biparêzim.”
Ji raya giştî re
Romana min “Kavirên Anarşîst” dewletê qedexe kiriye, ez şermezar dikim, ev hunerkujî ye, hovîtî ye, wêjenenasî ye, qedexekirina zimanan e, qedexekirina kurdî ye. Ez ê li her qadê romana xwe biparêzim, ez ê li her qadê kurmancî biparêzim. pic.twitter.com/aC9zL272je— Rênas Jiyan (@renasjiyanrenas) December 25, 2024