Çand û Huner

Rûken Yilmazê ‘Serxwebûna Mirîşkan’ wekî klîp…

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermenda şox û şeng Rûken Yilmazê helbesta Seydayê Cegerxwîn a bi navê “Serxwebûna Mirîşkan” wekî stran got û klîpeke taybet jî jê re amade kir.

Rûken Yilmazê bi deng û şêwaza xwe ya taybet bi kostum û ekîbeke baş heqê wê helbestê daye.

Awaza helbesta Cegerxwîn ji aliyê Nurhak Kilagoz ve hatiye danîn û bûye wekî muzîkalekê.

Berk Kuruçay jî derhêneriya stran û klîpê kiriye.

Stran behsa azadî, berxwedan û xwezayê dike û bi melodiya xwe ya bihêz û gotinên tije peyam, guhdaran derdixe rêwîtiyeke hestyar.

Di vê strana Rûkenê de mirov reng û ahengên kevin û modern bi hev re dibîne û dengê wê, tameke cuda dide guhdaran.

 



Source link