Çand û Huner

Stenbol – Rûm û Ermenan ji bo parastina çandên…

Stenbol (Rûdaw) – Li Stenbolê kêmneteweyên Rûm û Ermenan ji bo parastina çandên xwe Şahiya Biharê li dar xist.

Weşanxaya Ermenan Aras û weşanxaneya Rûman Îstosê, bi hevkarî ev 10 sal in li Stenbolê bi navê Şahiya Biharê bernameyên hevdîtin, panel, gotûbêj û muzîkê saz dikin.

Berpirsên weşanxaneyên kêmneteweyan ji Rûdawê re dan zanîn ku, ew hewl didin di salê de du caran, bi bernameyên şahiyê bên cem hev û xwedî li çand û dîroka xwe derkevin.

Bername di navbera 12 û 13ê Nîsanê de, li cihekê dîrokî ya Rûman li Kluba Sporê ya Kurtuluşa Stenbolê hat lidarxistin.

Koroya Îstosê muzîka kevneşopî ya Yewnanî Rebetîko û bi stranên Ermenîkî dilê beşdaran geş kir.

Deng, awaz û ahenga van stranên bi zimanê Yunanî û Ermenîkî ji şahiya bihar û Cejna Paskalyayê ye.

Weşanxaneya Ermenan Aras û weşanxaneya Rûman Îstos, bi hevkarî ev 10 sal in ku li Stenbolê li cih û taxên cuda yên kêmneteweyan Şahiya Biharê bernameyên hevdîtin, panel, gotûbêj û muzîkê saz dikin.

“Ji bo em bigihîjin xwînerên xwe em çalakiyên wiha li dar dixin”

Berpirsê Weşanxaneya Arasê Mihran Tomasyan li ser şahiyê wiha got:

“Em wekî Weşanxaneya Arasê ev 10 sal in ku bi weşanxaneya Îstosê re bername û şahiyên bi vî rengî çêdikin.

Ji ber ku em weşanxaneyên kêmntew in, ji bo em bigihîjin xwînerên xwe em çalakiyên wiha piçûk li dar dixin.”
“Bernameyên wiha dibin sedema pêwendiyên nû”

Edîtorê Weşanxaneya Îstosê Seçkîn Erdî  giringiya lidarxistina şahiyê wiha anî zimên:

“Bernameyên wiha dibin sedem ku pêwendiyên nû çêbibin.

Bi taybetî jî ji bo kêmneteweyên ku ji neçarî têkiliyên xwe yên derve qut kirine û di nava xwe de girtî mane pir girîng in. Her wiha ev çalakî dibe wesîleya naskirina civakên cuda.”

Şahiya îsal li taxa Tatavlayê, li cihekî dîrokî yê Rûman li Klûba Sporê ya Kurtuluşa Stenbolê hat lidarxistin.

Bi saya vê şahiyê kêmneteweyên Rûm û Ermenan tên cem hev û danûstandineke çandî û cînartiyê ava dikin.

Endamên civata Rûm û Ermenan bi zimanên xwe yên dayikê kêfxweşiya xwe ya ji bernameyê anî ziman.

“Kombûna Rûm û Ermenan pir girîng e”

Civaknasê Ermen Sarven Uluk derbarê kombûna Ermen û Rûman wiha axivî:

“Hatina cem hev a Rûm û Ermenan pir girîng e. Jixwe hebûna pirtûkan cihê kêfxweşiyê ye.

Ji ber ku ez li  vir im pir kêfxweş im. Ez bernameyên wiha pir hêja dibinim.”

“Êdî çalakiyên me yên wiha bûne wekî kevneşopî”

Mamosteyê Yewnanî û Edîtorê Weşanxaneya Îstosê Yorgos Katsanos jî wiha got,

“Êdî çalakiyên me yên wiha bûne wekî kevneşopî. Em îsal beriya Cejna Paskalyayê hatin cem hev.

Bi rastî em pir bextewar dibin. Her sal em li cihekî cuda bername çêdikin. Civata Stenbolê jî xwedî lê derdikeve û eleqe zêde dibe.”

“Ez li Sasonê hatime dinyayê”

Nivîskar û Wênekêşê Ermen Murat Ezer da zanîn ku ew li Êlihê ji dayik bûye û got:

“Ez li Sasonê (Qabilcewaz, navçeyeke Êlihê) hatime dinyayê. Yanê ez ji Ermenên Sasonê me. Rûm û Ermen hindik man.

Em carinan wiha tên ba hev, çalakiyan çêdikin, hevûdin dibînin. Ji loma jî bernameyên wiha ji bo me pir girîng e.”

Ji xeynî niştecihên taxê, xwendekar û kesên ku li ser kêmneteweyan dixebitin jî eleqeyê nîşanî bernameyê didin.

“Divê em piştgiriyê bidin çanda kêmneteweyan”

Xwendekar Eylul Karakayayê kêfxweşiya xwe wiha anî zimên:

“Ez wisa difikirim ku divê em piştgiriyê bidin çanda kêmneteweyan. Konser pir li xweşa min çû.

Jixwe ez heyrana muzîka Rebetiko me. Min li vir li stranên nû jî guhdar kirin.”

Nişteciha taxa Kurtuluşê ya Stenbolê Deniz Kaynakê wiha anî ziman,

“Jixwe ez li Taxa Kurtuluşê rûdinêm, yanê em cînarên hev in. Jixwe bi salan e ez weşanxaneyên Aras û Îstosê dişopînim.

Her wiha me xwest em avahiya dîrokî ya Klûba Sporê ya Kurtuluşê jî bibînin û bigerin.”

Şahiya Biharê ya Pirtûkan a Aras û Îstosê, di navbera 12 û 13ê Nîsanê de hat sazkirin.

Koroya Îstosê bi repertûara xwe ya Rebetiko û muzîka kevneşopî ya Yewnanî û bi stranên Ermenîkî dilê beşdaran geş kirin.

Taxa Kurtuluş / Tatavlayê ya ku bi ser navçeya Şişliyê ya Stenbolê ye, ji bo kêmneteweyên Rûm û Ermenan cihekî girîng û dîrokî ye.

Weşanxaneyên Îstos û Arasê yên her du kêmneteweyan jî hewl didin ku di salê de du caran, bi bernameyên şahiyê bên cem hev û xwedî li çand û dîroka xwe derkevin.



Source link