
Sunbil Şucayî: Piştî 200 salî ez kesa yekem im…
Hewlêr (Rûdaw) – Dîzayner û Lêkolera ji Rojhilatê Kurdistanê Sunbil Şucayî got, “Piştî 200 salan ez kesê yekem im cil û bergê Mukriyanî yan jî cil û bergên Kurdî yên Mehabadê bi vî awayî li xwe dikim.”
Festîvala Şal û Şepikan a Zaxoyê tê lidarxistin.
Di çarçoveya festîvalê de calakiyên cur bi cur ên wekî hunerî û kulturî tên lidarxistin û ji hemû parçeyên Kurdistanê beşdarî heye.
Di festîvalê de şêwazên cil û bergên Kudan ên ji piraniya deverên Kurdistanê tên nîşandan.
Dîzayner û Lêkolera Kurd Sunbil Şucayî jî beşdarî festîvalê bûye û dê li panelekê li ser cil û bergên Kurdan biaxivê.
Sunbil Şucayî berî panelê ji Rûdawê re axivî û amaje bi guherînan di cilûbergê Kurdî de kir û got, bajarvanî û têkilbûn û şer bandoreke mezin li ser şêwaza cil û bergan kiriye.
“Şanêl tiştekî dîrokî ye”
Sunbil Şucayî da zanîn ku paneleke taybet a li ser şêwaza cil û bergên Mukriyaniyan û ew jî dê li panelê biaxive û got:
“Piştî 200 salan ez kesê yekem im cil û bergê Mukriyanî yan jî cil û bergên Kurdî yên Mehabadê bi vî awayî li xwe dikim.
Ew şinêra ku li ser milê min e di cil û bergên Êzidî û Aşûriyan de heye lê zêdetir nêzîkî cil û bergên Kurdî yê Êzidiyan e.
Ev şanêl tiştekî dîrokî ye û dîroka wê vedigere sê heta çar hezar salan.
Şinêr ku li milê çep tê girêdan, xwedawenda Anahîta jî li aliyê çepl girê dida, ji ber ku aliyê çepê erkekî pîroz heye û dil diparêze û destê rastê jî pêwîst e azad be.
Di çanda Êzidiyan de jî heman nerîn heye, Êzidî jê re dibêjin bermalik an mêzer.
Heta berî du sed salan ev şinêr li Mehabadê dihat bikaranîn.”
Şinêr beşek e ji cilûbergê Kurdî yê jinan ku li ser mil tê girêdan û heta newqê dirêj dibe lê niha pir bi kêmî tê bikaranîn.
Beşek ji Kurdên Êzidî heta niha bi kar tînin.
“Têkilbûn û şer bandorê li cil û bergan dikin”
Sunbil Şucayî derbarê sedemên nemana şinêrê de jî wiha got:
“Heta wê demê navçeya Mukriyan bi şêweyekî berfireh têkiliyên wan bi derve re nebû, çanda xwe diparastin lê piştî ku bûn bajarvan hêdî hêdî bi civakên din re têkil bûn.
Têkilbûn û şer bandorê li cil û bergan dikin. Piştî nemana şinêrê dest bi guherînan di serpûşê de kirin û şêwazên wê guherîn.
Wan paşê guherîn di piştengê de kir. Pişteng jî taybetmendiyeke cil û bergên Kurdî ye, ji ber ku Kurd erdnîgariyeke sar heye û kar dikin lewma pişteng girê didan.
Lê dema di bajaran de pêdivî pê neman hêdî hêdî bikaranîna wê kêm bû.”
“Divê em cil û bergên Kurdan biparêzin”
Dîzaynera xelkê Mehabadê behsa şêwazên parastina cil û bergê Kurdan kir û got:
“Ew nerîna ku dibêje bi rêya bikaranîna cil û bergê Kurdan di jiyana rojane de em dikarin biparêzin şaş e, ji ber ku ez wekî keçeke modern ku hez dikim cil û bergên 200 sal berê yê bav û bapîrên xwe li xwe bikim.
Li gorî rewşa serdem ku di sedsala bîst û yekê de ez şêwaza wê diguherim. Loma ez dibêjim bi xwendin û zaniyarî û arşîvkirin û lêkolîn û festîvalên wekî Zaxoyê em dikarin biparêzin.”
Di Festîvala Şel û şepikê ya Zaxoyê de ji bilî cil û bergên Kurdan, çendîn panel û stranên Kurdî tên pêşkêşkirin, her wiha nîşandan û şêwazên nû yên cil û bergên Kurdî tên pêşandan.
Sunbil Şucayî behsa karên xwe kir û got:
“Ez li ser cil û bergê Kurdan (jin û mêran) dixebitim. Divê em du tiştan ji hev cuda bikin, cil û bergên çandî bên parastin lê nûkirina cil û bergên ku bîroka Kurdî pê ve heye bikin pîşeya xwe.
Darijêr û dîzaynerên cil û bergên Kurdan bav û bapîrên me bûn ku berî du yan sê hezar salan ew dîzayn kirine.”