Wêjegeh Amed bi bernameyeke dewlemend dikeve sala…
Hewlêr (Rûdaw) – Navenda çand û hunerê Wêjegeh Amed, bernameya xwe ya meha kanûna paşîn eşkere kir.
Di bernameyê de ji muzîk û dîroka Kubayê heta romana Kurdî û lêkolînên sosyolojîk ên li ser eşîran, mijarên cihêreng hene.
Wêjegeh Amedê ji bo meha yekem a sala nû sê çalakiyên girîng amade kirine ku dê di navbera 9 û 14ê Kanûna Paşîn de bên lidarxistin.
Di van çalakiyan de akademîsyen Henry MacCarthy, nivîskar Mehmet Mahsum Oral û lêkolîner Şerefxan Cizîrî dê bi xwendevan û hezkiriyên hunerê re werin gel hev.
Muzîka Karayîbê û nasnameya neteweyî
Çalakiya yekem a bernameyê 9ê Kanûna Paşîn saet 18:00an de bi sernavê “Muzîka Karayîbê ya Postkolonyal Çi Ji Me Re Dibêje?” tê lidarxistin.
Mêvanê vê kargeha çandî Henry MacCarthy ye û moderasyona wê jî Ovgu Gokçe dike.
Henry MacCarthyê ku niha li Zanîngeha Texasê wekî serokê beşa Şano û Dansê kar dike û ji bo derhêneriya lîstika “Qedera Oîdîpûs” li Amedê ye, dê li ser “Zarzuela”yê biaxive.
Zarzuela ku cureyekî şanoya muzîkal e û koka xwe ji Spanyayê digire, li Kubayê bûye amûreke girîng a avakirina nasnameya neteweyî.
MacCarthy dê şirove bike bê ka hunermendan çawa ev cure ji bo nirxandina paşeroja mêtingeriyê û avakirina nasnameyeke resen a Kubayê bi kar aniye.
Romana nû ya Mehmet Mahsum Oral
Di çarçoveya “Roja Nivîskar” de, 10ê Kanûna Paşîn saet 18:00an de nivîskar Mehmet Mahsum Oral dê romana xwe ya nû bide nasîn.
Oralê ku berê bi berhemên xwe yên “Bi Barbaran Li Hêviyê Man” û “Hinek Bayên Berketiyê Malan” dihat naskirin, vê carê bi romana ” Di Nuxma Şevê De Deqa Tavê ” derdikeve pêşberî xwendevanan.
Di vê çalakiyê de, Mehmet Mahsum Oral dê li ser romana xwe ya dawî ku tê de mijarên wekî bajarê modern, meş, nêrîn û ziman tên hûnandin, bi Seçkin Arslan re hevpeyvînekê bike.
.jpeg)
Lêkolîneke berfireh li ser Eşîra Omeriyan
Çalakiya dawî ya bernameyê 14ê Kanûna Paşîn saet 18:00an de tê lidarxistin.
Nivîskar Şerefxan Cizîrî dê pirtûka xwe ya lêkolînê ya bi navê “Omerîya Mîrsom” binirxîne.
Ev pirtûk ku ji Weşanên Lîsê derketiye, li ser Eşîra Omeriyan a Mêrdînê lêkolîneke berfireh e.
Cizîrî di vê xebatê de bi nêzîkatiyeke navdîsîplînî, ji antropolojiyê heta dîroka devkî, mijara eşîrtiyê dinirxîne.
Di pirtûkê de erdnîgarî, nasname, têkiliyên nav eşîrê û portreyên kesayetên naskirî yên eşîrê cih digirin.
Suphî Îzolê ku li ser avahiya eşîrên Kurd xebatan dimeşîne, dê moderatorya vê bernameyê bike.

