Nuçe

10 rojên şer: Herêma Kurdistanê bi 210 dron û…

Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî lêkolînên Rûdawê, ji destpêka şerê Îsraîl û Amerîkayê yê li gel Îranê heta dawiya şeva duşemê, Herêma Kurdistanê bi 210 dron û mûşekan hatiye bombebarankirin.

Di êrişan de çar kesan canê xwe ji dest daye.

Li gorî lêkolîna Tora Medyayî ya Rûdawê, sînorê parêzgeha Hewlêrê bi 183 dron û mûşekan, Silêmanî bi 23 dron û mûşekan, Dihok bi çar dronan û Helebce jî bi du dronan hatiye bombebarankirin.

Li gorî amara rêxistineke Amerîkayî ya li Herêma Kurdistanê ji bo Rûdawê, di êrişan de ji bilî canjidestdana çar kesan, 19 kes jî birîndar bûne; ji wan sê karmendên asayîşê li Hewlêrê, sê nobedar û sê kesên sivîl li Silêmaniyê birîndar bûne.

Her wiha penaberekî Rojhilatê Kurdistanê li Koyeyê, welatiyek li Hewlêrê û yek jî li Zaxoyê birîndar bûye.

Herî zêde êrişî Hewlêrê hatiye kirin

Li gorî lêkolîna Rûdawê, heta demjimêr 11:30ê şeva duşemê 9ê Adarê û roja 10emîn a şer, 181 êrişên dron û mûşekan arasteyî parêzgeha Hewlêrê hatine kirin ku piraniya wan navenda Hewlêrê kiriye armanc.

Bi gotina Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ji bo Rûdawê, piraniya êrişan ji aliyê sîstema paarastina asmanî ve hatine têkbirin.

Êrişên li Silêmaniyê kêmtir bûn, li gorî lêkolîna Rûdawê, ji 3yê Adarê heta şeva duşemê, 23 dron û mûşek bûn ku yên herî giran şeva 7ê Adarê bû, dema bi şeş dronan navenda bajêr hat bombebarankirin.

Li gorî wan amarên ku Rûdawê kom kirine, li parêzgeha Dihokê bi çar dronan sê êriş li dijî sînor hatine kirin.

Di yek ji wan êrişan de şeva 5ê Adarê, zeviya petrolê ya Sersingê hat armanckirin û ji ber wê hilberîna petrolê li wê zeviyê hat rawestandin.

Li Helebceyê herî kêm êriş hatine kirin, 7ê Adarê bi du dronan Çiyayê Şinriwê yê li parêzgehê hat bombebarankirin.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, êriş li dijî rawestgehên pêwendiyê yên kompanyayên Asiacell û Korek Telecomê hatine kirin.

Ew deverên ku hatine bombebarankirin yan dron û mûşek lê ketine xwarê:

Parêzgeha Hewlêrê: Dron û mûşek li van deveran ketine xwarê: Kesnezan, Pîrzîn, Fermanberan, Rewşenbîrî, Jiyan, Kurdistan, Newroz, Gezne, Behirke, Enkawa, Balafirgeha Hewlêrê û derdora wê, Dêgele, Çoman û Soran.

Parêzgeha Silêmaniyê: Silêmanî, Taxa Beranan, Cadeya 60 Metreyî, Gundê Zirgiwêz, Gundê Zirgwêzele, Herêma Sûrdaş, Hêzên Fermandariya Pêşmergeyan, Taxa Tasluce, Çiyayê Zimnako.

Parêzgeha Dihokê: Zeviya petrolê ya Sersingê, Kampa Baced Kendal û gundekî sînorê Akrê.

Parêzgeha Helebceyê: Çiyayê Şinriwê.

Rêxistinek: 4 canjidestdan û 19 birîndar hene

Li gorî amara Rêxistina Tîmên Aştiyê yên Civakî (CPT) ya Amerîkayî li Herêma Kurdistanê, ji 28ê Sibatê heta duşemê ji ber şer û bandorên şer çar kesan canê xwe ji dest daye.

3 kes ji wan ji partiyên Rojhilatê Kurdistanê bûne û yê din jî karmendekî asayîşê yê Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bûye.

Ew rêxistin bombebaran û êrişên li dijî Herêma Kurdistanê û sînorên wê tomar dike.

Berpirsê Beşê Mafên Mirov ê wê rêxistinê yê li Herêma Kurdistanê Kameran Usman îşev ji Rûdawê re got, “Ji ber êrişan 2 Pêşmergeyên Partiya Azadiya Kurdistanê li sînorê parêzgeha Hewlêrê, yek Pêşmergeyê Komeleyê li sînorê parêzgeha Silêmaniyê û endamekî asayîşê li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê canê xwe ji dest daye.”

Li gorî amara wê rêxistinê, ji ber êrişên li ser Hewlêrê 19 kes birîndar bûne.

12 kes ji wan li Hewlêrê bûne, 6 li Silêmaniyê û yek jî li Dihokê bûye.

 Kameran Usman her wiha di berdewamiyê jî de got:

“Ji birîndaran 3 endamên hêzên emnî bûn û li Balafirgeha Hewlêrê birîndar bûn, her wiha du ji wan nobedar bûn li baregeha berê ya Neteweyên Yekbûyî li Silêmaniyê, yek ji wan nobedar bûye li Titanic Hotelê ya Silêmaniyê.

Di heman demê de 3 sivîl birîndar bûn, yek ji wan motorsîkletajoyê kuryeyê bû li Hewlêrê, yek birîndar li Kampa Baced Kendal bûye li Zaxoyê, birîndarek jî hemşîreyek bûye li Kampa Azadiyê li Koye.

Her wiha 10 birîndar Pêşmergeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê bûne.”

Şerê Îsraîl û Amerîkayê yê li gel Îranê 28ê Sibatê dest pê kir, ji roja yekem a şer ve êrişên li dijî Herêma Kurdistanê û Hewlêrê dest pê kirin û berdewam dikin.

Piraniya êrişên li ser hêzên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Îranê ve hatine kirin, her wiha grûpên çekdar ên Şîe yên ku Îran piştevaniya wan dike berpirsyariya piraniya wan êrişan li xwe girtine ku li ser Herêma Kurdistanê hatine kirin.



Source link