116 rêxistinên Amedê ji bo ‘pêvajoya nû’ diçin…
Hewlêr (Rûdaw) – Rêxistinên Civaka Sivîl ên Amedê dê ji bo “pêvajoya nû ya çareseriyê” biçin Enqereyê.
116 rêxistinên civaka sivîl ên parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê dê ji bo pêvajoya çareseriyê biçin Enqereyê û bi aliyên siyasî re bicivin.
Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê Mehmet Kaya ragihand ku 116 rêxistinên civaka sivîl ên Amedê dê îro biçin Enqereyê û bi nûnerên partiyan re bicivin.
Mehmet Kaya diyar kir ku ew rêxistin ji Baroya Amedê, Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê, Borsaya Bazirganiyê, Komeleya Mafên Mirovan, Platforma Hevgirtin û Parastina Bajêr a Amedê û çend saziyên din pêk tên.
Nûnerên rêxistinan dê nerîna xelkê Bakurê Kurdistanê û rêxistinên civaka sivîl derbarê pêvajoya nû bi partiyan re parve bikin.
Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê bal kişand ser wê yekê ku 40 sal in Tirkiye di nava rewşeke şer û pevçûnan de ye û got:
“Ev rewş hem bandorê li demokrasiyê û hem jî li bipêşketina aborî dike.”
Mehmet Kaya derbarê hewlên pêvajoya çareseriyê yên piştî banga Serokê MHPyê Devlet Bahçelî anî ziman:
“Ji bo pêkanîna aştiyê pêvajoyek dest pê kiriye û gotûbêj li ser tên kirin.
Em wekî rêxistinên civaka sivîl her tim piştgiriyê didin xebatên ji bo aştiya Tirkiye û herêmê û divê em bidin.
Em girîngiyê didin vê yekê, ji ber ku em rewşa ku şer û pevçûnan li Tirkiyeyê çêkiriye gelekî baş dizanin.”
“Em dixwazin piştgiriyê bidin”
Mehmet Kaya derbarê naveroka civînên xwe yên li Enqereyê da zanîn:
“Divê partiyên siyasî jî bizanin ku bidawîhatina şer û pevçûnan ji bo herêmê çi qasî girîng e.
Armanca sereke ya vê serdana me ev e.
Em dixwazin piştgiriyê bidin vê pêvajoyê û rê li ber provokasyonên li pêşiya pêvajoyê bigirin.
Em dê ji wan re bibêjin ku pêvajo ji bo Tirkiye û herêmê girîng e.”