Nuçe

22 salan li Afrîkayê winda ma, îro vegeriya…

Silêmanî (Rûdaw) – Kurdekî ku ku 22 salan li Afrîkayê winda ma vegeriya Silêmaniyê nav malbata xwe.

Seyfulah Husên ji bajarokê Serûçaweyê yê îdareya Raperînê ye.

22 salan haya malbata wî jê nebû û ew dawiya sala borî li Afrîkayê derket holê û vê sibehê vegeriya nav malbata xwe.

“Min bêriya Kurdistanê dikir”

Seyfulah piştî ku bi rêya Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê vegeriya ji Rûdawê re got: “Ez gelekî kêfxweş im ku li malê me û di nav xelkê Kurdistanê de me.

Wekî ku ez nû ji dayîk bûbim. Ma tiştekî ji vê xweştir heye ku mirov vegere nav malbata xwe?

Min demeke dirêj di girtîgehê de derbas kir. Min bêriya welatê xwe dikir, bêriya dê û bavê xwe dikir, bêriya hemû xelkê Serûçawe û Kurdistanê dikir.”

Li gorî agahiyên Rûdawê, destpêkê Balyozê Kenyayê yê Îraqê agahî li ser Seyfulah daye Birêvebirê Pasportan ê Silêmaniyê û wî jî malbata Seyfullah agahdar kiriye.

Birêvebirê Pasportê yê Silêmaniyê Salar Ebdula ji Rûdawê re ragihand ku piştî haya wan ji rewşê çêbûye wan hewl daye ku Seyfulah vegerînin.

Seyfulah Husên sala 1996an dema ew 19 salî ye ji bo ku here Ewropayê berê xwe daye Kenyayê.

Piştî ku Seyfulah çûye Kenyayê heta sala 2003yan têkiliya wî bi malbata wî re hebûye lê bi gotina Hunerê birayê wî ji wê salê ve êdî haya wan jê nemaye.

Seyfulah li Kenyayê bi jineke Afrîkayî re zewiciye û bavê kurekî ye.



Source link