Nuçe

3 xortên Kurd dema vedigeriyan Efrînê wenda bûne

Hewlêr (Rûdaw) – Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê – Sûriye ragihand ku 3 xortên dema ku ji Helebê vedigeriyan Efrînê, wenda bûne û çarenivîsa wan ne diyar e.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, 3 xort êvara 7ê Nîsanê, derdora demjimêr 21:00ê bi otomobîla xwe ji Taxa Eşrefiyeyê ya li Helebê derketine ku 2 ji wan Kurd in.

Ji wê demê ve heta niha ti agahî li ser wan nehatine wergirtin.

2 ji wan ji gundê Tilfê yê Cindirêsê ne û yek jî Ereb e.

Hêzên ewlehiyê hatine agahdarkirin lê heta niha çarenivîsa wan eşkere nebûye.



Source link