30 baro: Danîna qeyûman binpêkirina destûrê ye
Hewlêr (Rûdaw) – 30 baroyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyekê li dijî danîna qeyûm a ser Şaredariya Akdenîzê ya Mêrsînê derketin.
Baroyên Wan, Amed, Mêrsîn, Bursa û Burdurê jî di nav de 30 baroyan ragihand ku danîna qeyûman binpêkirina destûra bingehîn û peymanên navneteweyî ye.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Piştî hilbijartinên 31ê Adarê qeyûm li şaredariyên Esenyurt, Mêrdîn, Colemêrg, Êlih, Xelfetî, Dêrsim û Pilemûrê hatin tayînkirin û niha jî li ser Şaredariya Akdenîzê hat danîn.”
Hat diyarkirin ku piştî girtina Serokê Şaredariyê Hoşyar Sariyildiz, Wezareta Karên Navxwe ew ji kar dûr xistiye û qaymeqamê Akdenîzê wekî qeyûm tayîn kiriye.
“Danîna qeyûman binpêkirina peymanên navneteweyî ye”
Baroyan ragihand,”Lêpirsîn û danîna qeyûman bi eşkereyî binpêkirina destûra bingehîn û peymanên navneteweyî ye ku Tirkiye pabendê wan e.”
Baroyan diyar kir ku rêbazên lêgerîn, desteserkirin û girtinê jî binpêkirina xalên 2, 19, 20, 127 û 138ê yên destûrê ne.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku danîna qeyûman li şûna kesên hilbijartî li dijî demokrasiyê ye û divê ev rêveber vegerin ser karê xwe.
“Em dê demokrasiyê û îradeya gel a li dijî qeyûman biparêzin”
Baroyan herî dawî got, “Em tekez dikin ku em dê demokrasiyê û îradeya gel a li dijî qeyûman biparêzin.”
Divê were gotin ku doh Dadgeha Mêrsînê derbarê Hevserokên Şaredariya Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Arslan û endamên meclisê Ozgur Çaglar, Neslihan Oruç û Hikmet Bakirhan de biryara girtinê da.
Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê piştre Qeymeqamê Akdenîzê Zeyît Şener wekî qeyûm tayinî şaredariyê kir.