Nuçe

35 Partîyên Kurd Konferansa Diyaloga Netewî Şermezar Dikin

35 partîyên Kurd yên li herema bakûr û rojhilata Sûrîyê bi daxuyanîyekê hevbeş awayê darxistina Konferansa Diyaloga Netewî ya ku li Şamê roja Sêşemê destpê kiriye şermezar û rexne kirin.

35 partîyên Kurd darxistina konferansê rexne kir ku kêmanî tenê bi awayekî sembolîk amade bûne.

“Konferansên bi nûnertîyên sembolîk… bê wate ne, bê qîmet in, û wê jibo peydakirina çareserîyên rastîn ji krîza domdar ya welat re ti feydayê çênekin.”

Piştî salên şerê navxweyî yê wêranker, konferansa ku li qesra seroktîyê li Şamê tê darxistin, jibo rêveberîya siberoja Sûrîyê wek destpêka qonaxeke girîng tê nirxandin.

Saziyên sivîl, olî, opozîsyonû hunermend jî di nav de 550 kes beşdarî konferansê dibin.

Tevî qadên girîng yên petrol, çandinîyê piranîya bakurê Sûrîyê di destê HSD de ye û ew di şerê dijî koma tundrê Dewleta Îslamî (DAIŞ) hevbenda serekî ya Amerîka ye.

Berpirsên konferansê ji AFP re got ku Rêvebirîya Xweser, Kurd û dezgehên girêdayî wê jiber biryara dervehiştina komên çekdar nehatine vexwendin.

Karbidestê Revebirîya Xweser Hesen Mihemed Elî ji AFP re got ku dervehiştina Kurdan wê encamên neyînî derxîne holê û wê ji pirsgirêk û krîzên ku Sûrîya bi dehsalan e dikşîne, çareserîyê neyîne”.

Elî hişyarî da ku konferanseke bê beşdarîya tevahîya Sûrîyan wê bibe sedema… biryarên ku tenê yek meylekê nîşan didin”.

Berdevikê HSD’ê Ferhad Şamî ji AFP re got ku dervehiştina HSD û beşên mezin yên civaka Sûrî piştrast dike ku konferans xizmeta dilxweşkirina cîhana derve dike û peydakirina siberojeke baştir armanc nake.

Source link