5 sal ceza lê hatibû birîn: Mamosteya Kurdî hat…
Hewlêr (Rûdaw) – Ji bo kişandina cezayê ku ji ber fêrkirina Kurdî lê hatiye birîn, mamosteya Kurdî Sirwe Pûrmihemedî ket Girtîgeha Navendî ya Sineyê.
Li Rojhilatê Kurdistanê girtin, cezakirin û desteserkirina aktivîstên mafên mirovan û zimanê Kurdî berdewam dike.
Herî dawî 5 sal cezayê zindanê li mamosteya zimanê Kurdî Sirwe Pûrmihemediyê hat birîn.
Malbat û hevkarên Sirwe Pûrmihemediyê doh li ber mala wê civiyan da ku xatir jê bixwazin.
Wê demê Sirwe Pûrmihemediyê ew helbesta helbestvanê navdar ê Kurd Şêrko Bêkes xwend ku dibêje, “Tiştê ku hûn qet nikarin bikin jêbirina azadiya di ruhê me de ye.”
Sirweyê got jî: “Ez we dilniya dikim û soz didim ku heta dawiya cezayê xwe û heta dawiya temenê xwe ez ê li ser vê rêbaza rast bimînim û heta ku em bigihîjin armancên xwe yên neteweyî.”
Bavê Sirweyê ragihand, “Keça min ji ber ku wê ji bo parastina zimanê dayîka xwe têkoşiyaye û westiyaye di vê rêyê de 5 sal cezayê girtîgehê lê birîn.
Cihê şanaziyê ye ji bo min û ez qet ne nîqeran im, ne tenê keça min e keça Kurdistanê ye.”
18ê Nîsanê, mamosteyê zimanê Kurdî Sirwe Pûrmihemedî li ser biryara dadgehê ji Rûdawê re axivî û got:
“Piştî Şoreşa Jîna Emînî bi tohmeta pêkanîna koma û komeleyên neyasayî em 4 kes hatin desteserkirin lê rastiya karê me bi awayekî xwebexş tenê fêrkirina zimanê Kurdî bû.
Du hevalên me ji aliyê Dadgeha Parêzgeha Sineyê ve bêsûc hatin dîtin û azad bûn lê ez û Îdrîs Minberî hatin cezakirin.
Destpêkê cezayê min 10 sal bû, piştre li Dadgeha Îstînafê wekî 5 salan hat kêmkirin lê cezayê Îdrîs Minberî du sal e û niha li Dadgeha Îstînafê ye. Di hemû rûniştinên dadgehê de ez û parêzerê min amade bûn.”
“Karê me fêrkirina Kurdî ye”
Li gorî gotina wê, dê roja îro bicihkirina cezayê wê dest pê dike û dê bê girtin.
Sirwe Pûrmihemedî xelka Sineyê ye û aktivîsta Rêxistina Nojîn e ku wekî ew dibêje: “Karê rêxistina me fêrkirina zimanê Kurdî û şopandina pirsgirêkên civakê ye.”
Li gorî madeya 15an a Destûra Îranê, xwendin bi zimanê dayikê li dibistan û xwendingehên wî welatî ji bo hemû neteweyên cuda yên Îranê meşrû ye lê ev madeya destûrê heta niha ji aliyê hikûmetê ve nehatiye bicihkirin.