Akrê – 2 malbatan şerê hev kir: Birîndar hene
Hewlêr (Rûdaw) –Li nahyeya Girdesênê ya Akrê di navbera 2 malbatan de şer derket û ji ber wî şerî polîsek birîndar bû.
Birêvebirê nahyeya Girdesênê Ehmed Silêman ji Rûdawê re ragihand ku şerê malbatan ji ber pirsgirêkeke civakî derketiye.
Li gorî gotina Ehmed Silêman pirsgirêka malbata gur bûye û malbatan dîsa bi çekan şerê hevdû kiriye.
Li gorî wan vîdeoyên ku ji Tora Medyayî ya Rûdawê re hatine şandin, her du alî bi çekên giran guleyan li hevdû direşînîn.
Ehmed Silêman da zanîn hêzên ewlehiyê gihîştine cihê bûyerê û hewl didin rewşê kontrol bikin.
Li gorî gotina Ehmed Silêman diyar kir ku ji ber buyerekê 3 malbatan herêmê bar kiribûn, lê niha dîsa vegeriyane û dîsa şer di navbera wan de derketiye.
Hat zanîn ku bilî birîndarbûna wî polîsî, otomobîlek jî ji ber şer û gulebaranê şewitiye.