Nuçe

AMED – 4 wesayît li hev qelibîn: 3 mirî û 4…

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Bismilê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê 4 wesayît li hev qelibîn û li gorî tesbîtên ewil 3 kes mirin û 4 kes birîndar bûn.

Li navçeya Bismilê 4 wesayîtên ku hîn jî plaka û navê ajokarên wan nehatiye zanîn li hev qelibîn.

Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristî û cendirme çûn cihê qezayê.

Di qezayê de li gorî tesbîtên ewil 3 kes mirin û 4 kes birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên li bajêr.



Source link