AMED – ‘Bila Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û…
Amed (Rûdaw) – Li Amedê bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî meşek hat lidarxistin û kesên ku tevlî meşê bûn xwest zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û li Tirkiyeyê jî bibe duyemîn zimanê fermî.
Partiya Herêmên Demokratîk û hinek saziyên ziman li Amedê bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî meşek li dar xist.
Girse heta ber bîrdariya Mafên Mirovan meşiya.
Paşê daxuyaniyek hat dayîn û ji bo zimanê Kurdî du daxwaz derketin pêş wekî bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û ji pêşdibistanan heta zanîngehê perwerde bi kurdî jî bê dayîn.
“Her derê bikin zanîngehên Kurdî”
Hevseroka DBPyê ya Amedê Sultan Yarayê got:
“Di hemû qadên jiyanê de bi axaftin, nivîsandin, xwendin, hînbûn û hîndekariyê li zimanê xwe xwedî derkevin.
Her derê bikin mal, dibistan û zanîngehên Kurdî. Li dijî her cureyên bişaftinê têkoşîna xwe ya ji bo azadî û statûya zimanê Kurdî û perwerdeya bi Kurdî bilind bikin.”
Kesên ku beşdarî meşa ziman bûn jî xwest zimanê Kurdî di destûra bingehîn a Tirkiyeyê de bê mîsogerkirin û wekî zimanê Tirkî bibe xwedî statû.
“Em Kurd dixwazin bibin xwedî statû”
Mamosteya Kurdî Dîlan Guvençê got:
“Di vê sedsala duyemîn de em Kurd dixwazin bibin xwedî statû.
Ew jî bi ziman pêkan e. Zimanê me divê bibe zimanê fermî û perwerdeyê. Ji bo vê yekê, hem ji bo zimanê Kurdî û hemû zimanan azadiyê dixwazin.”
Niştecihê Amedê Nedîm Esmer jî got, “Em dixwazin ku dewlet zimanê me bike zimanê fermî”
Eyşe Gulerê jî got, “Em jî wekî her gelî dixwazin bi zimanê xwe bijîn, biaxivin û perwerde bibin.”
Piştî daxuyaniyê dildarên zimanê Kurdî li ber stran û awazan govend gerand.