Amed – Mînîbusa rêwiyan qulibî: 7 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Karazê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê mînîbusa veguhestina rêwiyan wergeriya, 7 kes birîndar bûn.
Li ser rêya parêzgehên Amed –Çewlîgê mînîbusek ji rê derket û wergeriya.
Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tenduristiyê çûne cihê bûyerê.
Hatiye ragihandin ku şofêrê minîbûsê û 6 kesên din birîndar bûne
Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyên cuda yên Amedê.