Amerîka û Îsraîlê li Rojhilatê Kurdistanê li…
Hewlêr (Rûdaw) – Di berdewamiya şerê di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de ku îro ket roja xwe ya pêncemîn, hêzên Amerîka û Îsraîlê bi balafir, mûşek û dronan hejmareke zêde ya baregehên ewlehî û leşkerî yên li Rojhilatê Kurdistanê kir armanc.
Ji şeva sêşemê ve heta berbanga îro êriş û bombebarankirina baregeh, navendên mûşekî, leşkerî û ewlehiyê yên Îranê yên li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê didomin.
Li parêzgehên Urmiye, Sine û Kirmaşanê yên Rojhilatê Kurdistanê gelek baregehên Supaya Pasdaran, Artêş, Besîc, Polîs û Pasewanên Sînor bûn armanc û bi giranî hatin bombebarankirin.
Her wiha îro jî li bajarên Urmiye, Kirmaşan, Bane û Serdeştê navendên ewlehî û leşkerî hatin bombebarankirin.
Urmiye
Ji şeva borî ve heta berbanga îro, navenda bajarê Urmiyeyê çend caran bi balafir û mûşekan hat bombebarankirin.
Li gorî agahiyên ku ji bo Rûdawê hatine piştrastkirin, li Kolana Emmarê ya Taxa Berqê êrişî baregeha hêzên Besîcê ya bi ser Supaya Pasdaran ve hatiye kirin.
Her wiha berbanga îro baregeha îstîxbaratê ya Supaya Pasdaran a li Taxa Danişgedeyê (nêzîkî Otêla Murwarîdê), baregeha îstîxbaratê ya polîsên Urmiyeyê ya li Taxa Nopileyê (nêzîkî Meydana Muderrisê), baregeha navendî ya Artêşê, Nexweşxaneya Artêşê û firoşgeha Etkayê ya taybet bi hêzên leşkerî bûn armanc.
Medyaya fermî ya Îranê ragihand ku di bombebaranên îro yên li Urmiyeyê de 7 kesan canê xwe ji dest da.
Gotegotên bombebarankirina Birêvebiriya Îtlaetê (îstixbarat) û avahiya Dadgeha Şoreşê jî belav bûne lê hîn nehatine piştrastkirin.
Şino
Li bajarê Şinoyê jî baregeha fermandariyê ya Supaya Pasdaran û navenda îstîxbaratê ya Supaya Pasdaran hatin bombebarankirin.
Her wiha gotegot hene ku avahiya Îtilaetê ya bajêr jî hatiye armancgirtin lê heta niha nehatiye piştrastkirin.
Li bajarokê Nelasê û gundê Neliwanê jî baregehên Supaya Pasdaran bûn armanc.
Pêwendiyên Giştî yên Supaya Pasdaran di daxuyaniyekê de îdia kir ku li Şinoyê mûşekek li mala welatiyekî sivîl ketiye û hemû endamên malbatê hatine kuştin.
Serdeşt
Berbanga îro gelek cihên bi ser Îtilaet û Supaya Pasdaran ve yên li hundirê bajarê Serdeştê hatin bombebarankirin.
Heta niha xisarên hêzên ewlehî û leşkerî nehatine eşkerekirin.
Kirmaşan
Li parêzgeha Kirmaşanê jî bombebarankirina baregehên bi ser hikûmet û hêzên leşkerî û ewlehiyê ve didome.
Berbanga îro çarşemê, avahiya hêzên polîsan a li ser Kolana 32-Metreyî bû armanc û bi temamî hilweşiya.
Avahiya Polîsan a Sûcên Elektronîk (FETA) û baregeha polîsan a 12emîn a bajêr ku li nêzîkî cihê bombebaranê ne xisar dît.
Her wiha devera Meydana Petrolê ya li navenda bajarê Kirmaşanê hat armancgirtin lê ne diyar e bê ew cihê hatiye bombekirin bi ser kîjan saziyê ve ye û xisarên wê çi ne.
Li bajarên Pawe û Selasî Bawecaniyê yên heman parêzgehê jî baregehên Supaya Pasdaran bûn armanc.
Sine
Bombebarankirina armancên leşkerî û ewlehiyê yên li parêzgeha Sineyê jî didomin.
Li gorî agahiyên piştrastkirî, bajarê Baneyê îro bi giranî hatiye bombebarankirin û dengê nêzîkî 10 teqînan li bajêr hatiye bihîstin.
Îro saet 11:30î (li gorî dema Rojhilatê Kurdistanê), serbazgeha Artêşa Îranê ya li Taxa Soghanê ya Baneyê hat armancgirtin.
Çavkaniyekê ji Rûdawê re ragihand ku ji ber hebûna depoya çek û cebilxaneyan a di serbazgehê de, zêdetirî nîv saetî dengê teqînan li wê derê dihat bihîstin û hîn jî dû jê bilind dibe.
Berbanga îro li bajarê Seqizê jî êrişî baregeheke Supaya Pasdaran hat kirin.
Baregeha Supaya “Henzela” ya ku li hemberî Nexweşxaneya Şîfayê ye (li Taxa Zankoyê û nêzîkî Meydana Mukriyan), bi giranî hat bombebarankirin.
Şeva sêşemê, navenda fermandariyê ya polîsên parêzgeha Sineyê ya li Meydana 12ê Farwardînê ya li hundirê bajarê Sineyê çend caran hat armancgirtin. Her wiha li Taxa Sediyê ya bajêr jî armancek hat bombebarankirin.
Îro jî navenda fermandariyê ya Supaya Pasdaran, baregeheke Besîcê û baregeha polîsan a hejmar 14 a li Taxa Baharanê ya Sineyê hatin bombebarankirin.
Li bajarê Bîcarê jî teqîneke giran çêbû lê heta niha nayê zanîn bê kîjan der hatiye armancgirtin.
Ji ber qutbûna xetên înternetê û telefonên mobîl ên li Îranê, gihîştina nûçeyan a ji hundirê welêt û Rojhilatê Kurdistanê ber bi derve ve gelekî zehmet bûye.
