APIKUR: Ji bo hinardekirina petrolê em bilez in
Hewlêr (Rûdaw) – Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Kurdistanê (APIKUR) ragihand, ew ji bo destpêkirina hinardekirina petrolê bilez in.
Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Kurdistanê (APIKUR) li ser tora civakî ya Xê derbarê hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.
Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Kurdistanê (APIKUR) da zanîn:
“Kompanyayên endamên APIKURê ji bo destpêkirina hinardekirina petrolê bilez in.
Em di hewlên gotûbêjên bi Bexdayê re de li pêşiyê ne.”
APIKURê ragihand, ji ber girtina boriya petrolê ya Îraq-Tirkiyeyê:
“Veberhênanên me zererek mezin dîtine û em neçar mane bi daketineke berbiçav a kêmtir ji bihayê bazarên cîhanî petrolê bifiroşin.
Bihayê cîhanî du qat zêdetir e ji bihayê ku li hundir tê firotin.”
Li gorî APIKURê kompanyayan ji ber rawestandina hinardekirina petrolê, veberhênanên 400 milyon dolarî rawestandine.
Eger boriya petrolê ya Îraq-Tirkiyeyê were vekirin û ewlehî ji kompanyayên navneteweyî re li ser mafên wan ên girêbestê were dayîn, veberhênan dê berdewam bikin.
Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Kurdistanê (APIKUR) ragihand:
“Em amade ne ku rêkeftinê bi Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bikin û dest bi hinartinê bikin.
Parastina maf û veberhênanên me pir girîng e. Me ev xal bi hemû aliyên têkildar re parve kirine.”
Piştî biryareke dadgeha navbeynkariyê ya navneteweyî ya Parîsê, ji Adara 2023yan ve hinardekirina petrolê ya Herêma Kurdistanê û Kerkûkê ya bi rêya Tirkiyeyê hatiye rawestandin.
Heta niha çend caran civîn bi armanca hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi Hikûmeta Îraqê re hatine lidarxistin lê heta niha negihiştiye ti encaman.