Artêşa Tirkîyê di Êrîşeke Dronî de li Başûrê Kobanê Zarokek Kuşt û Du jî Birîndar Kirin
Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) di êrîşeke dronî ya Tirkîyê de li başûrê Kobanê zarok hatine kuştin û birîndar kirin.
SOHR’ê dîyar kir ku li gundê Caraf ya bajarokê Sarîn ya li başûrê Kobanê di êrîşa dronî ya Tirkîyê de 1 zarok hatiye kuştin û 2 jî birîndar bûne.
Li gor ragihandina SOHR’ê hêzên Tirk bi dronê êrîş birine ser gundê Qarfal jî ku li rojhilata Kobanê ye.
Agahîyên SOHR’ê didin zanîn ku ji serê sala 2025’an vir ve hêzên Tirk bi dronan 41 êrîş birine ser herêmên Hêzên Sûrîya Demokratîk.
Ew agahî nîşan didin ku di wan êrîşan de 20 kes hatine kuştin.
Piranîya bakur û rojhilata Sûrîyê di desthê HSD’ê de ye û Tirkîye, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ya pêşengîya wan hêzên dike wek baskê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) dibîne.
Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan di rojên borî de bang li rêxistinê kir ku çekan berde û dawî li xwe bîne.
PKK’ê ser banga Ocalan agirbest ragihand û dîyar kir ku ewê li gor wî tevbigere.
Karbidestên Tirk dibêjin ku divê li gor banga Ocalan, YPG jî çekan berde, lê HSD dibêje banga Ocalan bi tenê jibo PKK’ê ye.
Jêder: SOHR