Asayîşa Helebê: Gefa bombebaranê tawana şer e
Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Helebê (Asayîş) ragihand ku gefên eşkere yên komên ser bi hikûmeta Şamê ve yên ji bo bombebarankirina taxên Kurdan, delîlên yasayî yên “niyeta tawanê” ne û di çarçoveya “koçkirina bi darê zorê” de ne.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Helebê (Asayîş) bi daxuyaniyekê bersiva gefên “Desteya Operasyonan” a girêdayî komên hikûmeta Şamê da.
Asayîşê di daxuyaniya xwe de got, “Gefên eşkere û berdewam ên ji bo bombebarankirina herêmên niştecihbûnê yên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê ne rêkareke ewlehî an leşkerî ye, tirsandina rasterast a xelkê sivîl e.”
Gefa operasyonê û qedexeya derketina derve
Desteya Operasyonan a Artêşa Ereban a Sûriyeyê îro li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Ji demjimêr 13:30î û pê ve heta demeke nediyar li taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiye û Benî Zêdê qedexeya çûn û hatinê hatiye ragihandin.”
Desteyê ji welatiyên sivîl xwest ku “xwe ji hemû baregeh û navendên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dûr bixin.”
Her wiha hat diyarkirin, “Artêşa Sûriyeyê dê ji demjimêr 13:30î û pê ve li baregehên HSDyê yên li taxên Eşrefiye, Şêx Meqsûd û Benî Zeydê dest bi êrişên dijwar û hûr bike.”
“Ev tawana şer e”
Navenda Ragihandinê ya Asayîşê diyar kir ku armanca van gefan ew e ku xelk di bin zexta çekan de neçar bimînin malên xwe biterikînin.
Asayîşê destnîşan kir ku ev yek li gorî yasayên navneteweyî yên mirovî wekî “koçberkirina bi darê zorê” tê pênasekirin û “tawana şer” e.
“Niyeta tawanê heye”
Asayîşa Helebê tekez kir ku xwarina van gefan bi awayekî eşkere, “delîlên yasayî yên zelal in li ser hebûna niyeta tawanê” û ev yek zemîn e ji bo kuştina bi qestî, hedefgirtina sivîlan û wêrankirina binesaziya sivîl.
Di dawiya daxuyaniyê de Asayîşa Helebê hikûmeta Şamê û aliyên peywendîdar ji her zerera ku bigihêje sivîlan berpirsyar dît û got:
“Ev ne tenê daxuyaniyeke medyayî ye, ev agahdarkirineke yasayî ye li ser rûdana tawanan; lewma em dixin pêşiya raya giştî û saziyên navneteweyî.”
