Bahçelî li ser hevdîtina bi Ocalan re daxuyanî da
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê MHPyê Devlet Bahçelî derbarê hevdîtina li gel Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan got: “Li holê pêvajoyeke bi navê çareseriyeke nû û pêvajoyek nîne.”
Devlet Bahçelî bi armanca pîrozbahiya sala nû peyameke nivîskî belav kir.
Bahçelî di peyama xwe de behsa hevdîtina li gel Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan û mijarên siyasî kir.
Bahçelî got, “Li holê pêvajoyeke bi navê çareseriyeke nû û pêvajoyek nîne.
Tiştê ku dibe û divê bibe ew e; ji bo çarenûsa neteweyî û siberojê muxatab bê şert û cidî ketine dewrê(hatine ser xetê).
Di şertên nû de ku Tirkiye bûye akktorekî serekî ne pêkan e PKK/YPG li bakurê Îraqê û rojava û rojhilatê Feratê bimîne û dê teqez bê jinavbirin.
Têkdana navbera Tirk û Kurdan, serkêşiya fitneyê û bi armanca zerardayîna biratiya hezar salî têkdan û dabeşkirin daxwazeke vala ye.”
Bahçelî derbarê hevdîtina ligel Abdullah Ocalan de dibêje, hêviya biratiya Tirk û Kurdan xurttir kiriye.
“Bû destpêkeke xweş”
Bahçelî wiha berdewam kir: “Hevdîtina ku di 28ê Kanûna Pêşîn a 2024a de di navbera Îmraliyê û DEM Partiyê de hat kirin û hin beşên vê civînê ku bi giştî di medyayê de cih girtin, ne tenê demokrasî û hêviyên biratiya Kurd û Tirkan xurttir kir, di heman demê de bû destpêkeke xweş.
Divê qonax ji gotinan derbasî çalakiyê bibe û di dawiyê de gav bi gav encamên erênî û şênber bên kirin û bê derengî were ragihandin.
Îsal wê di bin hevahengiya îradeya hevpar de bingehên aştî û aramiyê yên sed salên pêş me bên avêtin.
Ne gotûbêj û ne jî agirbest wê bê nîqaşkirin; Manîfestoya ku mizgînî û berdêlên sedsala nû vedihewîne ya bi arasteya hişyar a Tirkiyeyeke bê teror û aştiyane, wê di demek nêzîk de derkeve holê.”