Nuçe

BENDAVA TIŞRÎNÊ – Tirkiyeyê careke din êriş kir

Hewlêr (Rûdaw) – Hat ragihandin ku Tirkiyeyê li Bendava Tişrînê careke din êrişî sivîlan kiriye.

Li gorî nûçeya ANHAyê, Tirkiyeyê êrişî wan kesan kiriye ku li Bendava Tişrînê nobedê digirin û birîndar hene.

Êrişên çekdarên “Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê” ya nêzikî Tirkiyeyê yên li derdora Pira Qereqozaqê û Bendava Tişrînê berdewam dikin.

Xelkê Rojavayê Kurdistanê jî bi armanca parastina bendavê û nîşandina dijbertiya xwe ya li hemberî êrişan li bendavê nobedê digire.

Tirkiyeyê heta niha gelek caran êrişî wan sivîlan kiriye.

Li gorî çavkaniyên nêzîkî Rêveberiya Xweser di van êrişan de de 15 kesan canê xwe ji dest daye û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Divê were gotin ku hunermendê navdar ê Kurd Bavê Teyar jî di êrişeke Tirkiyeyê de birîndar bûbû û paşê çûbû ser dilovaniya xwe.



Source link