Nuçe

Berdan Ozturk: Ocalan xwest şandeya DEM Partiyê…

Hewlêr (Rûdaw) – Berdan Ozturk diyar kir ku Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan ji şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê xwest ku biçe Herêma Kurdistanê.

Li gorî gotina Berdan Ozturk şandeya DEM Partiyê dê bi Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî û Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî re hevdîtinan pêk bîne.

Hevserokê Kogreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk bû mêvanê Bultana 16:00an a Rûdawê û bersiv da pirsên pêşkeşkarê Rûdawê Mihemed Izedîn.

DEM Partiyê îro li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî da û got, “Şande dê roja yekşemê (16ê Sibatê) li Hewlêrê bi Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî re bicive.

Şande dê roja duşemê (17ê Sibatê) here Silêmaniyê û bi Serokê YNKyê Bafil Talebanî, Qubad Talebanî û rayedarên YNKyê re bicive.”

“Dê hûrgiliyên hevdîtinên li Îmraliyê bên parvekirin” 

Li gorî zanyariyan di şandeyê de endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder, Hevserokê DBPyê Keskîn Bayindir û endamên Komîsyona Têkîliyên Derve û rayedarên partiyê cih digirin.

Yek ji endamê şandeya DEM Partiyê yê were Herêma Kurdistanê Hevserokê KCDyê Bedran Ozturk e.

“Ocalan xwest şande Kak Mesûd Barzanî bibîne”

Ozturk behsa hurgiliyên civînê kir û wiha got:

“Şandeya me bi birêz Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Birêz Ocalan xwest nêrînên wî bigihêjin Kak Mesûd, Kak Nêçîrvan, Kak Bafil û Kak Qubad û heger tenduristiya wê baş be Hêro Xanimê.

Şandeya Îmraliyê dê nêrînên Abdullah Ocalan bi Kak Mesûd, Kak Nêçîrvan Kak Bafil û Kak Qubad re par ve bike.

Şandeya me dê nêrînên wan wergire û îhtîmaleke mezin dê careke din Îmraliyê ziyaret bike.

Ti payema nivîskî ya Abdullah Ocalan nîne lê nêrînên xwe parve kirine.

Bi taybetî Ocalan ji şandeyê xwestiye ku biçe Kak Mesûd, Kak Nêçîrvan, Kak Bafil û Kak Qubad bibîne.

Ocalan nêrînên xwe ji şandeyê re gotine û xwstiye nêrînên wan jî wergire. Nêrîna wî devkî bûye tiştekî nivîskî nîne.

Hûn dizanin pirsgirêka Kurd roj bi roj kurtir dibe. Vê pêvajoyê li ser banga Serokê MHPyê Devlet Bahçelî dest pê kir.

Pirsgirêk kûr dibe û devletê jî ev dît. Gotinên Kak Mesûd gelekî muhîm in. Her demê roleke wî heye.

Em hem dê fikrên birêz Ocalan par ve bikin hem jî fikrên Kak Mesûd wergirin.”

“Nêrîn û helwesta Herêma Kurdistanê ji bo me gelekî girîng e”

Hevserokê KCDyê Bedran Ozturk behsa destpêka diyaloga bi Ocalan jî re kir û wiha domand:

“Ev nêrîn ji bo destpêkirina pêvajoyê ku diyalog bibe rêya pêvajoya aştiyê gelekî girîng e. Di vî warî de nêrînên Kak Mesûd gelekî girîng in.

Li Rohilata Navîn gelek tişt diqewimin. Hin tişt tên guherîn. Em vê baş dizanin û em jî hatine parçekirin. Em kirine 4 parçe.

Rast e, her parçe taybetmendiyên xwe hene lê dema ku li parçeyeklê gavek bê avêtin ew bandorê li paşeroja Kurdan dike.

Ew tiştên ku li Rojhilata Navîn diqewimin bandorê li gelê Kurd û her çar parçeyên Kurdistanê dikin.

Li Herêma Kurdistanê statuyeke me heye rêveberiyeke statuya me heye. Nêrîna wê helwesta wî ji bo me gelekî girîng e.

Di vî warî de Ocalan bi taybetî xwest ku şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê tevî heyetekê here Îmraliyê bi taybetî Kak Mesûd, Kak Qubad, Kak Bafil û Kak Nêçîrvan Barzanî bibîne.”

“Derfet hebe em dê biçin Rojavayê Kurdistanê”

Siyasetmedar Ozturk tekez kir ku heger derfet hebe dê biçin Rojavayê Kurdistanê jî û wiha domand:

“Kongreya neteweyî her dem daxwaze me ye. Sala 2013yan hatibû astekê jî. Pêwîstî bi heye kongreya neteweyî heye û zarûret e.

Heger kongreya neteweyî pêk were dê gelekî baş be û ji bo paşeroja milêtê me dê li her çar parçeyên Kurdistanê bandorê wê hebe.

Wekî min got niha di vê ziyaretê de şandeya me li ser daxwaza birêz Ocalan tê Herêma Kurdistanê.

Heger derfet hebe em dixwazin biçin Rojavayê Kurdistanê jî. Em dixwazin nêrînên partiyên me yên Rojavayê Kurdistanê jî bizanibin û nêrînên wan jî wergirin.

Heger derfet pêk were pêk neyê em dê wê binirxînin. Ji bo çûna Rojavayê Kurdistanê me hîn ti serlêdan nekiriye.

Hûn dizanin hîn Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê (OSO) êrişan dike. Êrişên wan berdewam dikin. 

Belkî di paşerojê de derfet çêbibe û ji bo çûyînê dewlet destûrê bide, yan nede û astengiyan derxe yan dernexe em dê wê demê bibînin.

Wekî min got sekna dewletê em dê wê demê bibînin. Hin tişt hene divê bi rastî jî em li vir bînin ziman.”

“Dîroka peyama Ocalan hîn ne diyar e”

Hevserokê KCDyê behsa peyama Abdullah Ocalan jî kir û wiha got:

“Di navbera birêz Ocalan û PKK û û Birêveberiya PKKyê de muheqeq tişt hatine axaftin. Heger peyamek an jî mektûbek hatibe şandin ez bi xwe ne agahdar im.

Hevserokê me yê giştî birêz Tuncer Bakirhan diyar kir ku di rojên pêş de dê Abdullah Ocalan peyamekê belav bike.

Ew daxuyanî peyam dê çawa be bi çi şêwazî be hîn ne diyar e.

Hîn pêvajoyê dest pê nekiriye, diyalog e. Vê diyalogê jî bi axaftina birêz Devlet Bahçelî dest pê kir û gelekî girîng e.

Heger ev diyolog biguhere û bibe pêvajo ev tiştekî dîrokî ye. Ew tiştên ku Devlet Bahçelî anîn ziman gelekî girîng in ji bo me.

Di serdana duyemîn de Ocalan xwest şandeya DEM Partiyê biçe Herêma Kurdistanê û îhtîmal heye piştî bi dawîbûna ziyareta Herêma Kurdistanê şande careke din biçe Îmraliyê.

Di destpêkê de jî min got, em tên nêrînên birêz Mesûd Barzanî wergirin û di vegerê jî de û di çûna Îmraliyê jî de wan nêrînan bi Ocalan re parve bikin.

Şandeya DEM Partiyê amadekariyan dike da ku careke din serdana Îmraliyê bike. Ew ziyareta Başûrê Kurdistanê jî di vê çarçoveyê de bû.

Wekî min got îhtîmal heye şande dîsa biçe Îmraliyê.”



Source link