Berê Hevdîtinên Şanda Îmraliyê Li Ku Ye?
Şanda Îmraliyê, heta niha bi partîyên ku grupa wan li parlementoyê heye an jî partîyên ku parlementerên wan di meclîsê de hene hevdîtin kirin.
Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş jî tê de, heta niha li gel serok û rayedarên MHP, AKP, CHP, Partîya Saadet, Partîya DEVA, Partiya Dahatû û Partîya Refah ya ji nû de hevdîtin pêk anîn. Lê li gel Partîya Baş û Huda-Par şandeyê hevdîtin çênekir.
Partîya Baş li dijî vê pêvajoyê ye, û ew van hevdîtinan jî wek firotina welat dîyar dike û li hemberî vê pêvajoyê derdikeve. Lê Huda-Par dijî vê pêvajoyê nebe jî ji ber nakokîyên Hud-Par û DEM Partî de, serdanek nehatîye kirin.
Rayedarên DEM Partî geşedanên heyî her çiqas erênî dîyar bikin jî lê radigîhînin ku di navbera desthilatîyê de, hê hin lihevnekirin hene. Ev yek jî li ser rayedarên DEM Partî gumanekê pêk tîne.
Hiqûqnas û şîrovekar Pinar Hacibektaşoglu her çiqas hin kêmasî bibin jî lê vê pêvajoyê gelek girîng dibîne. Hacibeştaşoglu ji Dengê Amerîka re ragihand ku piştî van serdanan partîyên sîyasî jî kêm zêde li vê pêvajoyê erênî temaşe dikin.
“Serdanên Şanda Îmraliyê gelek girîng û watedar in. Em dizanin ku Abdullah Ocalan di daxuyaniya xwe ya berê de diyar kiribû ku ewê li gorî paradîgmaya dewletê tevbigerin, lê divê ev pêvajo bi şêwra hemû beşên civakê bimeşe. Ev rexnek e ku opozîsyon û aktorên din eleqeder dike. Ji ber ku di vê pêvajoyê de parlementoyek jî heye. Piştî ku çek bên danîn, cihê ku pirsgirêk lê bê axaftin wê bibe qada siyasî ya azad û bê çek. Ez bawerim ku hin mijar bi opozîsyonê re hatine dabeşkirin û li ser wan jî rewşeke pozîtîf dîyar dibe.”
CHP di serî de, helwesta opozîsyonê xeynî Partîya Baş, Partîya Rizgarîyê û Partîya Yektîya Mezin (BBP) di rewşeke erênî de pêk hat.
Ev helwesta opozîsyonê zanyarê sîyasî Suat Oçelebî ji Dengê Amerîka re nirxand. Ozçelebî radigîhîne ku di despêkê de helwest ne zelal bû lê paşê zelal bû.
“Opozîsyon di destpêka pêvajoyê de, bi taybetî beriya serdanan, heta radeyekê temaşevan bû. Opozîsyona sereke ya ku dixwest ev pêvajo di qada meclîsê de pêş bikeve, ev yek wek daxwazeke bingehîn nîşan da. Lê belê bi destpêkirina muzakereyan, ev daxwaz zêdetir bûn. Niha li parlementoyê pêşniyara avakirina komîsyoneke tê gotin û bi baweriya min ev dikare pêvajoyê ber bi qonaxeke watedartir ve bibe. Bi ya min opozîsyon pêdivîye ku wek çavdêr na wek lîstikvaneke di vê pêvajoyê de rol bigre.”
Parlementerê DEM Partî Yilmaz Hun jî ji Dengê Amerîka re ragihand ku ev hevdîtinên ku tên çêkirin di asta baş de derbas dibin, lê dawîya vê pêvajoyê dê çawa be, ew jî meraq dikin.
“Hevdîtin di vê gavê de baş derbas dibin. Tiştên ku birêz Ocalan dîyar kirîye bi serok û rêveberên partîyan re tê dabeşkirin. Heta niha kêşeyek nîne, lê ev pêvajo wê çawa dawî bibe, a rastî em jî nizanin. Lê li vê derê dikarim bêjim ku heke ev pêvajo bi ser bikeve dê feydeyeke mezin him bide Tirkîyê û him jî bide Rojhilata Navîn. Ji ber ku çareserkirina pirsgirêka Kurd wê bibe çareserkirina gelek pirsgirêkên din jî.”