Nuçe

Bereya Kurdistanî: Divê Efrîn ji aliyê xelkê xwe…

Hewlêr (Rûdaw) – Bereya Kurdistana Sûriyeyê di daxuyaniyekê de got ku nabê ti kes ji bilî xelkê Efrînê ji bo birêvebirina sînor bê destnîşankirin.

Bereya Kurdistana Sûriyeyê îro li ser Efrînê daxuyaniyek belav kir.

Bereya Kurdistana Sûriyeyê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Destnîşankirina kesekî ji bo birêvebirina Efrînê, di birêvebirina navxweyî de gaveke ne rast e û li dijî bingehên nenavendîtiyê û beşdarîkirina xelkê ye.

Her wiha nîşaneya berdewamiya hizra navendî ya rejîma berê ye.”

“Divê her herêm ji aliyê xelkê xwe vê bê birêvebirin”

Bereya Kurdistana Sûriyeyê tekez kir ku divê xelkê her herêmê bi xwe herêma xwe birêve bibe û got:

“Divê berpirsên herêman bi rêya hilbijartinên demokratîk û azad werin danîn û li ser daxwaza gel bin, ne ku ji navendê werin destnîşankirin.”

“Bêdengiya PYD û ENKSyê cihê gumanê ye”

Bereya Kurdistanî ya Sûriyeyê ku ji derveyî partiyên ENKSê û PYDê ye wer wiha got:

“Bêdengiya aliyên Kurdî, bi taybetî Encûmena Niştimanî ya Kurd a li Sûriyeyê (ENKS) û Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), cihê guman û pirsê ye li cem me.

Gelo çi qasî cidî ne di pabendiya bi bingehên demokrasiyê û nenavendîtiyê, ku berê bangaşeya wan dikirin?

Ev bêdengbûn wekî gaveke paşvekişînê ye ji wan bingehan û razîbûn e ji bo siyaseta xurtkirina navendî.”

“Em dixwazin Sûriye bibe dewleteke federal”

Bereye daxwazê ji hemû aliyan dike ku helwestên wan hebin û wiha anî zimên:

“Em dixwazin Sûriye bibe dewleteke demokrat û federalî ya rasteqîn ku hilbijartinên azad û paqij tê de werin kirin.”

Vegera koçberan

Derbarê vegera welatiyên Efrînê de, Hevserokê Nivîsgeha Kar û Barên Koçberan a Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed got:

“Şerta vegera koçberan ji bo Efrîn, Şehba û Serê Kaniyê, nemana artêşa dagirker a Tirkiyeyê û çeteyan e.”

Şêxmûs Ehmed ji medyaya Xweser re ragihand, “Komîsyona Kar û Barên Koçberan (UNHCR) lêkolînek li ser koçberên Efrîn, Şehba, Tebqa û Reqayê kiriye ji bo nirxandina daxwazên wan ên ji bo vegera wan. Şerta vegerê jî derxistina çeteyan ji herêmên dagirkirî ye.”



Source link