Nuçe

Berf û baranê Başûrê Kurdistanê da ber xwe

Hewlêr (Rûdaw) – Birêvebiriya Keşnasiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku îro û sibe dê baran û berf bibarin.

Pisporên keşnasiyê pêşbînî dikin ku roja duşemê li navendên bajarên Silêmanî, Helebce, Dihok û derdora Hewlêrê berf bibare.

Birêvebiriya Keşnasiyê diyar kir ku îro asman ewravî ye û li piraniya deveran baran dibare.

Li herêmên sînorî û çiyayên bilind berf dibare û li deverên nîvbilind jî berf û baranê bi hev re dibarin.

Ji bo sibe jî hat ragihandin ku dê li hemû deveran baran bibare û li hinek cihan rêjeya baranê zêde bibe.

Bi taybetî li herêmên çiyayî û rojhilatê Herêma Kurdistanê baran û li cihên bilind jî berf dê bibare.

Tê pêşbînîkirin ku sibe li Silêmanî û Germiyanê leza bayê zêde bibe û bigihêje 35 kîlometreyan.

Pisporê Keşnasiyê Mihemed Kemal ji Rûdawê re da zanîn ku roja duşemê li Soran, Hacî Omeran, çiyayên Korek û Sefînê, Mêrgesor û herêmên din ên çiyayî yên Hewlêrê berf dibare.

Her wiha li navenda Silêmanî, Qeredax û Sengawê jî berf tê payîn.

Kemal diyar kir ku li Amêdî, Bamernê û navendên bajarên Zaxo û Dihokê jî egera berfbarînê heye.

Li parêzgeha Helebceyê jî li Tewêle û Biyareyê berf dibare û tê pêşbînîkirin li navenda bajêr jî bibare.

Li gorî pisporan, roja sêşemê rewş asayî dibe lê bi hatina sersalê re pêleke nû û bihêz a berf û baranê dê Başûrê Kurdistanê bigire bin bandora xwe.

Pisporê Keşnasiyê Şalaw Hidayet jî ji Rûdawê re ragihand:

“Eger heye ji duşemê heta dawiya hefteyê li piraniya navendên bajaran û cihên ku 600 metreyan ji asta deryayê bilind in berf bibare.”

Pileyên germahiyê li gorî doh 2-5 pileyan daketine.

Sibe pileyên germahiyê dê wiha bin: Hewlêr û Zaxo 10, Silêmanî û Soran 7, Dihok 9, Kerkûk 11, Helebce 8 û Germiyan 12 pile.

Li aliyê din, ji ber berfê rêya Zînî Wertê ya li nahiyeya Wertê ya Hewlêrê ku îdareyên Soran û Raperînê bi hev ve girê dide hat girtin.

Birêvebirê nahiyeya Wertê Şoriş Hesen ji Rûdawê re anî ziman:

“Rêya Zînî Wertê bi temamî girtî ye û ji bo çûn û hatinê ne guncav e.

Heta otomobîlên 4×4 jî nikarin derbas bibin.”

Hesen diyar kir ku nêzîkî 20 santîmetre berf bariyaye û daxwaz ji welatiyan kir ku ji bo parastina canê xwe wê rêyê bi kar neyînin.

Hat diyarkirin ku tîmên paqijkirinê dest bi vekirina rê kirine.



Source link